Meclisa Jinan a PYD’ê ji ber komkujiyên li dijî elewiyan daxwaza lêpirsînê kir

  • 12:12 11 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan  PYD’ê ji ber komkujiyên li perava Sûriyeyê daxwaza lêpirsînê kir û diyar kir ku diyaloga aştiya rêya rêgirtina li ber tundî û parçebûnê ye.
 
Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî bûyerên dawî yên li perava Sûriyeyê û komkujiyan li dijî sivîlan daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya Nivîsgeha Giştî ya PYD’ê ya li bajarê Qamişloyê bi amadebûna endamên meclisê hat dayîn. 
 
Rêvebera Meclisa Jinan a PYD’ê Horya Şemdîn daxuyanî xwend. Horiya Şemdîn di daxuyaniyê de diyar kir ku qirkirinên komî, hedefkirina plankirî ya jin û zarokan sûcekî şer ê rasteqîn e û binpêkirina tevahî qanûnên navneteweyî ne.
 
Di daxuyaniyê de şerê taîfî, tundî û xîtabên nefretê yên li Sûriyeyê tên belavkirin bi tundî şermezar kir û hişyarî da ku ev şer wê welat ber bi aloziyeke mezintir ve bibe.
 
Di daxuyaniyê de daxwaza hat kirin der barê bûyerên ku li perava Sûriyeyê rû didin de lêkolîn were destplkirin û berpirsên herikandina xwîna gelê Sûriyeyê hesab bidin.
 
Di dewama daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, rêxistin û tevgerên jinan, rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku li hemberî qirkirin û paqijiya etnîkî ya li dijî ewlehiyên Sûriyeyê helwesteke cidî bide.
 
Di dawiyê de hate diyarkirin ku diyaloga aştiya û çareseriya siyasî rêya parastina Sûriye ji tundî û parçebûnê ye.