
Li Wanê gel kolanan terk nake
- 21:03 16 Sibat 2025
- Rojane
WAN- Welatiyên li Wanê li dijî qeyûmê ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin kolanan terk nakin û qeyûm şermezar dikin.
Nerazîbûnên ji bo tayînkirina qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di saetên êvarê de dewam kirin. Li gelek taxên bajêr desteserkirina îradeyê hate protestokirin, welatî li taxên dijîn dirûşmên "Bijî Berxwedana Wanê" berz kirin.
Dema polîsan bi ava şid, gaza îsotê û guleyên plastîk mudaxeleyî çalakiya li taxan kirin, welatiyan dest bi berxwedanê kirin.