
MOP: Bila tecrîda Îmraliyê were rakirin
- 20:23 16 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -MOP’ê bi wesîleya salvegera 26’emîn a Komploya Navnteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyanî da û xwest azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.
Partiya Azadiya Mezopotamyayê (MOP) li ser navê Asûrî, Suryanî û Keldanî di salvegera 26’emîn de Komploya Navnteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar kir û xwest azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.
MOP’ê bang li dewleta Tirk kir ku di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên giştî de samîmî be û wiha got:
"Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan were rakirin ku li dijî dewleta Tirk a qirker, faşîst, nîjadperest û dûrî civkî ku Rojhilata Navîn û Kurdistanê veguherandiye dojehê, di şert û mercên dîlgirtina li Îmraliyê de perspektîda demokrasiyê pêş xist.
Divê rêz li hemberî berxwedan, ked û fikra wî ya ji bo jiyana hevpar a gelan bê girtin, pêşiya wî were vekirin û derfetên ji bo aştiyê jê re werin pêkanîn.
26 sal in di şert û mercên êsîrî de zilm li ser Birêz Ocalan hat kirin. Kesên ku zilmê lê kirin herî dawî tevlîheviya li Rojhilata Navîn, Asyaya Navîn û li Mezopotamyayê Iraq, Îran, Sûriye, Tirkiye, Filîstîn û Lubnanê berçav girtin û ji bo aqûbeta wan wekî welatên cîran nebE, cardin çûn gel Birêz Ocalan û çareseriyê xwestin.
Rewşa ku derketiye holê ev e; Çareserî hêsan e, lê di yekîtiya demokratîk a gelan de pêwîstî bi samîmîyeta dewleta Tirk heye. Ji bo ku ev firsenda dîrokî ji dest neçe, di serî de dewleta Tirk divê bi cidî guh bide çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên giştî. Em bang li her aliyan dikin ku piştgiriyê bidin pirsgirêka demokratîkbûnê ku wê pêş bikeve.
Em hêvî dikin ku raya giştî ya cîhanê jî di vê mijarê de alîkar be û ji bo çareseriya pirsgirêkê hestiyariya pêwîst nîşan bide.
Bila tecrîd di zûtirîn demê de were rakirin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan û hemû girtiyan were pêk anîn.”