
Li Qersê xespkirina iradeye hat protestokirin
- 20:15 16 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-- Rêxistina DEM Partiyê ku tayînkirina qeyûm li ser Şaredariya Bajarê Mizin a Wanê şermezar kir, Peyama em ê teqez bi ser bikevin da.
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) der barê qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de li ber avahiya partiye ya Qersê daxuyaniyek da çapemeniyê. Rêveberiyên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêveberê DEM Partiyê Resûl Kambay daxuyanî xwend.
Resûl Kambay bi bîr xist ku duh danê sibê qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat tayînkirin û wiha got: “Di vê dema ku hêviya aştiyê di nava gelê me de geş dibe, şaredariya me bi operasyoneke siyasî hatiye dagirkirin. Bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî şaredariya me kirin. Li zêdeyî 100 welatiyên me lêdan hat kirin û hatin binçavkirin. Desteserkirina Şaredariya me ya Bajarê Mezin a Wanê ne tenê derbeyek li vîna gel e, di heman demê di zarardayîna aştıyê de israr e."
'Em ê teqez bi ser bikevin'
Resûl Kambay da zanîn ku DEM Partiyê hilgirê kevneşopiyeke siyasî ye ku armanca wê di her şert û mercî de parastina îradeya gel û parastin û berfirehkirina destkeftiyên gelê me ye û wiha got: “Dîroka me bi têkoşîna bindestan a li dijî zilma zaliman hat avakirin. Şert û merc çi dibin bila bibin, îro û sibe jî wê ev berxwedana bi rûmet hebe. Em ê nehêlin îradeya gel bi operasyonên siyasî û berfirehkirina polîtîkayên kaotîk bi rawestandina hiqûqê bê girtin. Bi gelê xwe re duh li Wanê me li ber xwe da û em bi ser ketin, îro jî em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Em ê hem aştiyê hem jî vîna xwe biparêzin! “Em ê bi ser bikevin, teqez em ê bi ser bikevin.
Piştre daxuyanî bi dawî bû.