
Li dijî serdegirtina polîsan a Jin Artê de bertek
- 13:27 14 Sibat 2025
- Rojane
ÎZMÎR -Li Mala Hunerê ya Jin Artê ya Îzmîrê ku deriyên wê hatin şikandin û danê sibehê avêtin ser gelek pirtûk, kovar û kompîtur hatin desteserkirin. Rêvebera mala hunerê Belkîsa Silêmanoglû bertek nîşanî serdegirtinê da û ev rewş weke "dijqanûnî" bi nav kir.
Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Îzmîrê danê sibehê avêt ser Mala Hunerê ya Jin Art a Konakê. Di mala hunerê ya ku deriyê wê hat şikandin de pergala ewlehiyê hat astengkirin, kabloyên kamerayên ku hatibûn bicihkirin jî hatin birîn. Piştî lêgerîna bêyî berpirsên mala hunerê gelek pirtûk, kovar û kompîtur hatin desteserkirin. Di lêgerînê de hin deriyên girtî hatin şikandin, li odeya ku lê qursa hunerê dihat dayîn jî polîsan li ser tabloya ala Tirk xêz kirin.
Rêvebera saziyê Belkîsa Silêmanoglû piştî lêgerînê li ber Mala Hunerê ya Jin Ardê daxuyanî da û diyar kir ku beriya lêgerînê agahî nedane. Belkîsa Suleymanoglu got, “Bê sedem ketine saziyê. Em vê yekê qebûl nakin û vê rewşê şermezar dikin. Li ser tabloyê ala tirk xêz kirine. Di demên dawî de gelek bêhiqûqî hene. Ev jî yek ji wan e."
'Bi van polîtîkayan aştî pêk nayê'
Piştre Parlamenterê Agiriyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Heval Bozdag axivî û diyar kir ku ew her roj bi bêhiqûqiyeke nû şiyar dibin û bertek nîşanî binçavkirinên li Îzmîrê û serdegirtina Jin Artê da. Heval Bozdag, diyar kir ku beriya lêgerînê divê rayedarên saziyan bên agahdarkirin û wiha berdewam kir: “Polîtîkayên hikumeta AKP’ê yên tepisandina civakê û tengkirina qada fikir û çandê bi salan e berdewam dike. Em her dem bi vê yekê re rû bi rû dimînin. Di van rojan de ku behsa aştiyê tê kirin, hikûmeta AKP’ê mirov hîs dike ku wê vê zexta li ser civakê bidomîne. Em van qebûl nakin. Em dixwazin bi nasnameya xwe li welatekî demokratîk bi rûmet bijîn. Li vir xebatên li ser ziman û çanda kurdî tên kirin. Îro daxwaza gelê Kurd hebûna bi nasnameya xwe ye. Ger li vir xebat neyê qebûlkirin, em ê li ser çi bingehê aştiyê ava bikin? Polîtîkaya hikûmetê ya nenaskirina nasnameya kurd didome. Bi van polîtîkayan bingeha aştiyê pêk nayê. Em van êrîş û polîtîkayan şermezar dikin û li dijî van êrîşan em ê têkoşîna xwe bidomînin.”