Ji Cûdî heta Gabarê li goristanan şopên hilweşînê 2026-10-20 09:04:40   Nesîhan Kardaş   ŞİRNEX - Li goristanên ku ji aliyê leşker û cerdevanan ve bi rêya bombebaran, teqemenî û makîneyên kar hatine wêrankirin, kevirên goran jî hatine şikandin. Li deverên ku bi sedan gorên gerîlayan lê hene, êdî ne mimkun e ku were zanîn ka kî di kîjan gorê de hatiye veşartin. "Goristana Şehîd Binevş" a li herêma Gabarê, piştî 23'yê Îlonê êrîşeke din hat kirin.   Li Şirnexê, goristanên ku gorên gerîlayên HPG û YJA-Starê lê ne, ji sala 2015'an ve bi rêya bombebaran, bikaranîna teqemeniyan, makîneyên kaar û balyozan hatine wêrankirin. Li Feraşîn û Bestayê ku kevirên goran lê hatine şikandin, tespîtkirina nasnameya kesên di goran de ne, ne pêkan e û li Çiyayê Cûdiyê jî hatiye dîtin ku kevirên goran di çalekê de hatine veşartin. Herî dawî, piştî serdana malbata endamê HPG'yê Kahraman Gezici (Kendal Tetwan) ya di 23'yê Îlonê de, "Goristana Şehîd Binevş" a li Gabarê careke din bû hedef.   Di navbera salên 2012 û 2015'an de, pênc goristan ji bo definkirina cenazeyên gerîlayên HPG û YJA-Starê hatin avakirin. Ev goristan  nêzîkî gundê Spîndarokê li Çiyayê Cûdiyê; nêzîkî gundê Basretê li Çiyayê Gabarê; nêzîkî gundê Xirbikê Bestê li herêma Bestayê; li devera Meydana Kolya ya li Çiyayê Kato Jîrka;û nêzîkî gundê Hindirûnisê li herêma Feraşînê ne. Ji sala 2015'an ve, leşker û cerdevan van goristanan dikin hedef û bi rêya bombebaran û gelek rêbazên din ên wêranker, wan hildiweşînin.     Feraşîn   Yek ji goristanên ku hatine wêrankirin, li gundê Hindirûnisê, li herêma Feraşînê ya navçeya Elkê ya Şirnexê ye. Ev goristan ku bi navê "Goristana Şehîd Memed Goyî û Şehîd Rojîn Gewda" tê naskirin, di navbera salên 2012 û 2013'an de hatiye avakirin. Di sala 2017'an de, goristan ji aliyê cerdevan û leşkeran ve hate wêrankirin. Avahiyên wekî mizgeft, odeya mêvanan û tuwalet bi bikaranîna teqemeniyan hatin rûxandin û kevirên goran ên ku nasnameyên endamên HPG û YJA-Starê li ser bûn, hatin şikandin. Ji ber ku kevirên goran hatine şikandin, êdî ne mimkun e ku were zanîn ka kîjan gor a kê ye.   Goristana li herêma Bestayê   Goristaneke li herêma Bestayê ku jê re "Goristana Şehîd Rojhat Bêlûzerî" tê gotin, her wiha ji aliyê leşker û cerdevanan ve hate wêrankirin. Li gorî agahiyên berdest, di vê goristanê de 144 gorên endamên PKK'ê hebûn. Ev goristan di sala 2013'an de ji aliyê gerîlayên PKK'ê ve li qadeke deştî ya nêzî gundê Xirbkê Bestê hatibû avakirin. Her wiha avahiyên din, di nav de odeya mêvanan û mizgeftek li wir hatibûn çêkirin.   Di sala 2016'an de, leşkeran bi bikaranîna makîneyên kar û demboran goristan wêran kirin. Dîwarê derdorê û avahiyên li wir bi makîneyên kar hatin rûxandin. 144 gorên endamên PKK'ê yek bi yek bi balyozan hatin şikandin; kevirên goran ku nav û nasnavên kesan li ser bûn hatin perçiqandin û bûn parçeyên biçûk. Li vir jî êdî ne mimkun e ku were tespîtkirin ka kîjan gor a kê ye.     Çiyayê Cûdî   "Şehîdgeha Cûma Bilîkî û Binevş Edessa" cihekî veşartinê yê endamên HPG û YJA-Starê ku li Çiyayê Cûdî ye di sala 2015'an de bi top û hewanan hat hilweşandin. Piştî wê, ev herêm bi salan di bin hinceta "ewlehiyê" de wekî herêmeke qedexekirî ma.   Di navbera salên 2024 û 2025'an de, hat ragihandin ku cerdevanên  di bin çavdêriya leşkeriyê de, ketine herêmê û tiştên ku di nava wêranî û kavilan de mabûn, barkirine ser kamyonan. Li gorî agahiyên ku di çapemeniyê de derketin, cerdevanan piştre ev materyal birine navenda Şirnexê û wekî hesinên kevin (hurde) firotine. Îro, ji wan avahiyên ku berê li goristanê hebûn yên wekî mizgeft, cihê destnimêjê û mêvanxane tiştek nemaye, tenê kavil mane.   Di 11'ê Cotmehê de, me malbata Hatice Erbaga (Cihan Zilan) di serdaneke wan a ji bo goristanê de ku piştî gelek salan yekem serdana wan bû bi xwe re bir goristanê û me dît ku wêraniyek mezin çêbûye. Her wiha, hat dîtin ku çend kevirên goran di çalekê de, li nêzîkî goristanê, hatine veşartin.     Çiyayê Gabarê   "Goristana Şehîd Binevş" ku li nêzîkî gundê Basretê li ser Çiyayê Gabarê ye, cihekî din ê veşartinê ye ku piştî sala 2015'an di encama bombaranê de wêran bûye. Şopên guleyan ên li ser kevirên goran nîşan didin ku goristan ne tenê ji ber topbaranê, lê her wiha ji ber gulebarana rasterast jî zirar dîtiye.   Di 23'ê Îlonê de, piştî ku malbata endamê HPG'ê Kendal Tetwan serdana goristana li ser Çiyayê Gabarê kir, "Goristana Şehîd Binevş" careke din bû armanca êrîşan. Goristan hate wêrankirin û kevirên goran hatin şikandin.