‘Ji bo aştiyê azadiya fîzîkî û mîsogeriya zimanê kurdî pêwîst e’ 2026-08-20 09:05:52   Rojda Aydin-Pelşîn Çetînkaya    AMED - Endama Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Belkiz Suleymanoglu bal kişand ser wê yekê ku ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk veguhere aştiyeke mayînde misogeriya hiqûqî şert e û teqez kir ku divê Qanûna Çarçoveyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û statûya ziman û çanda Kurdî bigire bin misogeriyê.   Di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ku ji bo çareseriya demokratîk û mayînde ya pirsgirêka kurd tê meşandin de, nîqaşên li ser “Qanûna Çarçoveyê” ya hatî amadekirin berdewam dikin û bendewariyên li ser naverok û berfirehiya qanûnê jî cihê xwe yê li ser rojevê diparêze. Hêvî heye ku daxwazên bingehîn ên Gelê Kurd bikevin bin misogeriya qanûnî, tê rexnekirin ku di çarçoveya tê nîqaşkirin de cîh nedana têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statûya ziman û çanda Gelê Kurd. Tê destnîşankirin ku ji bo pêvajo veguhere aştiyeke mayînde, ne tenê bêçekdarî, di heman demê de divê rêziknameyên hiqûqî yên ku nasname, ziman, çand û vîna siyasî ya Gelê Kurd digirin bin misogeriya hiqûqî pêk bên.   Endama Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Belkiz Suleymanoglu têkildarî mijarê de axivî.    ‘Divê hev nas bikin û hev qebûl bikin’   Belkiz Suleymanoglu, bi bîr xist ku ev nêzîkî du salan e ev pêvajo dest pê kiriye û di qonaxeke girîng de ye û got, “Ev pêvajo bi taybet ji bo gelê Kurd gelek girîng e. Ji ber ku ev destpêka komara sedsalê ye û di vê sedsalê de ji bo Gelê kurd, bi rastî gelek serpêhatî û serborîyên gelek giran derbas bûn. Em hatin qonaxeke wisa girîng ku êdî nasname hatiye qebûlkirin û niha bi şûnde em derbasî qonaxeke cudatir dibin. Qonaxeke bi awayekî fermî, qonaxeke qebûlkirinê ye. Di vî milî de girîngiya wê jî ew e ku ji bo ev pêvajo bigihîje armanca xwe û aştiyek mayînde hebe hemû gelên ku li Tirkiyeyê ne wekî netew ji hev cudatir in. Tirkiye welatekî pirreng e. Gelek netew bi hevre dijîn. Her çiqas li ser nasnameyekê bê israrkirin jî gelek lê çandên cuda hene, gelek nasnameyên cuda hene. Ji bo ev nasnameyên cuda bikaribin bi hevre di nav wekheviyê de bijîn, bi awayekî azad çand û hûnera xwe, ziman û nasnameya xwe bijîn divê ev pêvajo bigihîje armanca xwe. Ji ber vê jî bi taybetî ji bo Gelê Kurd hemû gelên Tirkiyeyê dijîn pêvajoyek gelek girîng e. Her wiha peyama entegrasyon nû ket nav jiyana me. Lê divê bi rastî ev pêvajo êdî pêk were. Hevqebûlkirin, hevnaskirin û piştre jî hevtemamkirin teqez pêk bê.”   ‘Divê hunermend rol û mîsyona xwe pêk bînin’   Belkiz Suleymanoglu, destnîşan kir ku Gelê Kurd ev bi salan in bedelên gelek giran dane, lê têkoşîna xwe didomîne û wiha domand, “Qada çand û ziman jî ji vê bêpar nema. Tundiya herî giran, zor û zehmet li ser xebatkarên çand û hûnerê jî bûn. Di vê pêvajoyê de gelek heval şehîd ketin û gelek hevalî koçê derveyî welat kirin. Berdêlên gelek giran dan. Piştî ew qas berdêlên giran divê êdî destkeftiyek jî hebe. Lê ev destkeftî ne bi tenê li ser qaxizekê bimîne. Divê bi awayekî pratîk bikeve nava jiyanê. Bar bi tenê li ser hunermend û xebatlarên çand û hunera kurdî nîne. Divê bi temamî xebatkarên çand û hunerê, rewşenbîr, zimannas hemû xwe tevlê bikin û li ser milên gelek kesan dikeve. Divê ew hemû xwe tevlî vê pêvajoyê bikin. Beriya her tiştî me got hev qebûl bikin û hev nas bikin. Divê li derve jî hev nas bikin. Hevnaskirin yekîtiyê jî bi xwe re tîne. Dema ew yekîtî çêbû, dê bi hevre xebatên çalak jî çêbibin. Çanda hev qebûlkirin, nasname qebûlkirin, xebat pêşxistin gelekî girîng e. Ji ber ku ya gelekî li ser piya digire çand û hunera wî ye. Dema gelek bi çand, huner û zimanê xwe karibe kar bike dikare bi rehetî di nav jiyanê de xwe bi rê ve bibe û jiyanek azad û wekhev wê demê dê pêk bê. Peywirek mezin dikeve ser milên hemû xebatkarên çand û hunerê. Ev peywir her wiha dikeve ser milên gelên tirk û kesên nasnameyên dinê jî. Divê ew di vê pêvajoyê de cihê xwe bigirin, rol û mîsyona xwe pêk bînin. Em tim dibêjin xurtkirina vê pêvajoyê ne bi tenê li ser Gelê Kurd e. Hunermendên ku li Tirkiyeyê dijîn divê bi awayekî xurt dengê xwe bilind bikin û piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Bi stran, bi daxuyanî û bi lîstikên xwe divê di nav liv û tevgerê de bibin.”   ‘Entegraston ne tiştekî ji rêzê ye’   Belkiz Suleymanoglu, bal kişand ser entegrasyonê û wiha axivî, “Entegrasyon ne tiştekî ji rêzê û hêsan e. Dema em dibêjin entegrasyon gelek kes difikire ku em ê dev ji nasname, çand, huner û zimanê xwe berdin. Difikirin ku em ê dev ji têkoşînê berdin. Lê ne wisa ye. Entegrasyon ne ev yek e. Entegrasyon hevnaskirin û hevqebûlkirin e û bi hevre jiyan e. Wekî gelên kurd, tirk û netewên cuda em hev nas bikin, hev qebûl bikin û bi hevre bimeşin dê ji xwe pêvajo bigihîje armanca xwe.”   ‘Zagon kêm û qels in’   Belkiz Suleymanoglu, destnîşanî Qanûna Çarçoveyî kir û got ku ev gaveke destpêkê ye û wiha pê de çû, “Hin tişt bi hêsanî pêş nakevin. Em bawer dikin ku bi demê re di hêla çand û zimanê Kurdî de jî bi awayekî zagonî wê hin gav bên avêtin. Divê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan, statûya zimanê Kurdî, çand û hunera Kurdî her çiqas niha di qanûna çarçoveyî de cih negirtibe jî em hêvî dikin ku di pêşerojê de cih bigire. Ji ber ku bêyî azadiya fîzîkî ya Rêberê Kurd ev pêvajo nayê meşandin. Ji ber ku ev pêvajo bi hewldana wî dest pê kir û heta roja îro hat. Zagonên ku di qanûna çarçoveyî de cih digirin gelek qels in. Em hêvî dikin ku ji bo azadiya fîzîkî, ji bo çand, huner û ziman jî demildest gavên teqez bên avêtin. Di demên pêş de bi awayekî fermî û zagonî di vê pêvajoyê de cih bigire.”   ‘Divê çand û ziman bigihîje statuyê’   Belkiz Suleymanoglu, herî dawî bang li hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn, rewşenbîr, hunermend û zanyan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bi hev re berpirsyariya xwe ya di vê pêvajoyê de pêk bînin. Ev pêngav pêngaveke gelek girîng e. Em bi awayekî pratik di nava xebatan de cih bigirin. Em ji bo statuya ziman, çand û hunera Kurdî dixwazin. Divê zagonên baş bên derxistin ku hevalên me yên li derveyî welat vegerin welatê xwe. Em bi hev re li ser axa xwe di vê pêvajoyê de cihê xwe bigirin.”