Jinên tevli hevdîtina gel bûn banga gava qanûnî kirin 2026-06-29 09:03:03   Neslihan Kardaş   ŞIRNEX - Jinên tevli hevdîtina gel a li Sîlopiyê bi dirûşmeya ‘em gotina aştiyê bi gel re ava dikin’ ya DBP’ê bûn diyar kirin ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên berdan.   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi armanca bi gel re bên gel hev, pirsgirêkên civakî di cih de guhdar bikin û zemîna aştiya civakî bi hev re xurt bikin bi dirûşmeya ‘em gotina aştiyê bi gel re ava dikin’ daketin qadan. Di 16’ê Hezîranê de starta xwe dan û heta navîna meha Tîrmehê wê li her derê hevdîtinan bidomînin, bi gel re bên gel hev.   Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê hevdîtin pêk anî û  jinên ku tevli hevdîtinê bûn ji ajansa me re axivîn.   ‘Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan’   Dayika Aştiyê Melîha Atak da zanîn ku divê demildest ji bo aştiyê gav bê avêtin û pêvajo bi serkeftinê encam be û got: “Bila pêvajo li salan belav nebe. Tevî ku salek û nîv e pêvajo didome tu pêşketin tuneye. Divê ewil girtî bên berdan. Divê qanûn bê derxistin. Di serî de Rêberê Gelê Kurd û hemû girtî divê bên berdan.”   ‘Divê dewlet gavê bavêje’   Dayika Aştiyê Emîne Alkiş jî got daxwaza wan ya ewil jî berdana girtiyan e û wiha got: “Ji bo pêvajoyê hevdîtin hewce bikin divê hevdîtin bên kirin. Em gel in. Hêza gel jî heye em ê wek gel heta dawî li berxwe bidin. Heta girtî, gerîla û serokê me azad nebe em tu tiştekî qebûl nakin. Em bang li dewletê dikin. Bila gavê bavêjin. Divê êdî dewlet gavê bavêje.”   ‘Divê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bên berdan’   Ayşe Denîz jî bi lêv kir ku yekane daxwaza wan aştî ye û wiha anî ziman: “Di serî de serokê me û hemû girtiyên siyasî divê bên berdan. Em tiştekî din ji dewletê naxwazin. Bila dewlet jî dawî li vê bîne û gavê bavêje.”   ‘Em serokatiya xwe li gel xwe dixwazin’   Fatma Kral jî diyar kir ku daxwaza wan aştî û wekhevî ye û wiha domand: “Em aramiyê dixwazin. Em aştiyê dixwazin. Rizgariya Abdullah Ocalan rizgariya me ye. Em yekitiyê dixwazin. Bila girtiyên siyasî bên berdan. Em serokatiyê ligel xwe dixwazin.”   ‘Çima em nikarin bi zimanê xwe biaxivin ? ’   Makbule Sezer jî diyar kir ku divê şer bidawî bin û wiha domand: “Bila xwîn nerêje. Dayik negirîn. Divê gelê Kurd rabe ser piyan û azad be. Em êdî bi zimanê xwe baxivin. Çima em nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Em dixwazin serokê me azad be. Baweriya me bi dewletê tuneye, ji ber gavê navêje. Em Kurd in û heta em sax bin em dest ji têkoşînê bernadin.”