Turnuvaya futbolê ya jinan a Gulistan Doku dewam dike 2026-06-23 14:43:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Turnuvaya futbolê ya jinan a ku ji bo bîranîna Gulistan Doku tê lidarxistin, bi heyecana çaryekfînalê berdewam dike.   Turnuvaya Futbolê ya jinan a Gulistan Doku, ku ji hêla Rêveberiya Ciwanan û Werzîşê ya Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ve tê lidarxistin, bi çaryekfînalê berdewam dike. Di maça çaryekfînalê ya yekem de ku îro hat lîstin, Topuklu Kramponlar bi skora 10-9 dijberê xwe tîma Futbolê ya OHD Jin têk bir û bû yekem tîma ku derbasî nîvfînalê bû.   Maça din a rojê di navbera Tîma Hêza Jinan û Tîma Altın Ayaklar de hat lîstin. Tîma Hêza Jinan bi skora 3-0 dijberê xwe têk bir û bû duyemîn tîma ku derbasî nîvfînalê bû.   Maçên çaryekfînalê   Heyecana çaryekfînalê ya di turnuvayê de dê sibê bi maçên ku werin lîstin berdewam bike. Bernameya sibê wiha ye:   *Tîma Rojava - Tîma Med   *Tîma Raperîn - Tîma Hebûn   *Tîma Jinên Parêzer - Tîma Atletico Vay Babo.”