Helbestvan Homa Mîrafşar jiyana xwe ji dest da 2026-06-02 20:26:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Helbestvan û stranbêja Îranî ya bi nav û deng Homa Mîrafşar piştî salên dirêj ji tekoşîna li dijî nexweşiya Alzahayîmer di 82 saliya xwe de koça dawî kir.   Helbestvan û strannivîsa navdar a Îran û û nivîskara hin ji stranên Farisî yên herî navdar û mayînde Homa Mîrafşar, îro li bajarê Los Angelesê di 82 saliya xwe de piştî bi salan ji nexweşiya Alzahayîmer êş kişand, koça dawî kir.   ‘Çalakiyên xwe yên hunerî berdewam kir’   Homa Mîrafşar yek ji nivîskarên jin bû ku çalakiya wan a profesyonel hem berî û hem jî piştî şoreşa 1979’an berdewam kir. Di serdemekê de ku strana Farisî di nav veguherînên berfireh de bû, wê bi saya zimanê xwe yê sade, hestyar û vegotinî karî cihekî taybet ji xwe re çêbike, ku ev yek ew kir navenda balkişandina nivîskar û stranbêjan.   ‘Berhemên wê di bîra hezkiriyên muzîka Îranî de zindî ma’   Di salên xwe yên kar de, bi gelek stranbêjan re hevkarî kir û hin ji berhemên wê di demek kurt de bûn stranên hezkirî ku di bîra temaşevanên muzîka Îranî de zindî man.   Navê Homa Mîrafşar bû beşek ji bîra bihîstinê ya çend nifişên Îranê   Navê Homa Mîrafşar di hişê guhdaran de bi berhevokek stranên navdar ve girêdayî ye ku îro jî bi rêya weşanên radyoyê, performansên hunerî û ji nû ve pêşkêşkirinan têne bihîstin.   Ev berhem ne tenê di dema weşandina xwe de pir dihatin hezkirin, lê bi demê re ew bûn beşek ji bîra bihîstinê ya çend nifşên Îranî.   ‘Di navbera hest, vegotin û muzîkê de girêdanek çêkir’   Her çend Homa Mîrafşa salên xwe yên dawî bi nexweşiya Alzahayîmer re têkoşiya, nav û berhemên wê di qada muzîka Îranê de zindî ne. Ew yek ji wan çend nivîskarên jin bû ku karîbû girêdanek mayînde di navbera hest, vegotin û muzîkê de çêbike.