Kampanya jinên Başûr ya ji bo piştgiriya YPJ’ê berfireh dibe 2026-06-01 16:39:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanya jinên Başûrê Kurdistanê ya ji bo piştgiriya YPJ’ê berfirehtir dibe. Jinan banga xurtkirina kampanyayê kir.   Li Başûrê Kurdistanê bi dirûşma "YPJ hebûna me ye" kampanyayek li ser medyaya dijîtal ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dest pê kiriye. Kongra Star banga beşdariyeke berfirehtir ji bo kampanyayê kir.   Jinên çalakvan û parêzvanên mafên jinan ên li Başûrê Kurdistanê, bi weşandina kurtevîdeoyan di rûpelên xwe de, piştgiriyê didin YPJ’ê.   Jinên çalakvan û parêzvanên mafên jinan dibêjin “Bi piştgiriya YPJ’ê rûmeta jinan û azadiya gelan tê parastin, YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye, şoreşeke jinan e. Ji Rojava heta cîhanê jin pêşengiyê dikin.”