Li sînorê Şemzînan-Îranê cenazeyê jinekê hat dîtin 2026-06-01 15:40:52   COLEMÊRG - Li herêma Helanê ya Colemêrgê ku li ser sînorê Şemzînan-Îranê ye, cenazeyê jinekê hat dîtin.   Li herêma Helanê ya Colemêrgê ya li sînorê Şemzînan-Îranê cenazeyê jineke nasnameya wê nediyar hat dîtin. Tîm sewqî herêmê hatin kirin, lê hîn jî der barê nasnameya jinê û sedema mirina wê de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.   Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.