KCDK-E: Cejna Zimanê Kurdî têkoşîna ji bo nasnameyê ye 2026-05-15 09:34:02   NAVENDA NÛÇEYAN - KCDK-E'yê destnîşan kir ku Kurdî hêmana esasî ya têkoşîna gelê Kurd a ji bo nasname, bîr û hebûnê ye û ji bo xwedîderketina li zimanê dayikê ya li her qadê bang kir.   KCDK-E'yê bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gelê Kurd li Kurdistanê û çar aliyên cîhanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz dike û hate gotin, ev roj ne tenê nîşaneya hezkirina ji ziman e, di heman demê de xwedî wateya misogerkirin û xwedîderketina li nasname û aîdiyeta xwe ya neteweyî ya Kurd e.   Her wiha işaret bi pêşketina dîrokî ya zimanê Kurdî hate kirin û hate destnîşankirin ku hezkirina ji zimanê Kurdî ya bi stran û berheman nîşaneya danheviyeke kûr a çandî ye.   Di daxuyaniyê de di pêvajoya modernbûna Kurdî de qala girîngiya rojnamevaniyê jî hate kirin û hate gotin, ji rojnameya Kurdistanê ya li Qahîreyê hate weşandin heta bi Rojî Kurd, Galawêj, Hawar, rojnameyên Komara Kurd a Mahabadê zimanê Kurdî kete dema modernbûyînê.   KCDK-E'yê destnîşan kir ku ev weşand taca rûmet û bedewiyê ya gelê Kurd e.   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ziman bingeha nasnameya gelê Kurd e, divê bê parastin û xurtkirin û hate destnîşankirin ku ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, di heman demê de meseleyeke man û nemanê ye.   Her wiha hate gotin, ji bo Kurdî li her devera ku Kurd lê ne bibe zimanê fermî divê polîtîkayeke ziman a bi bandor timî di rojevê de be.   Lewma li dijî êriş û polîtîkayên asîmîlasyonê jî girîngiya têkoşîna li her qada jiyanê hate destnîşankirin.   KCDK-E'yê bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bang li her kesî hate kirin ku ji bo serketina têkoşîna mafê rewa û zimanê dayikê yê gel, seferber bibe.