Ji TJA'yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê 2026-04-13 13:32:27   AMED - TJA'yê derbarê koça dawî ya Zeynep Cansiz de peyameke sersaxiyê parve kir û got, "Em soz didin ku em ê girêdayî mîrateya Dayika Zeynep bimînin."   Tevgera Jinên Azad (TJA) li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal peyamek sersaxiyê derbarê dayika Sakîne Cansiz Zeynep Cansiz a ku koça dawî kir de parvekirin.   Peyama TJA wiha ye: "Zeynep Cansiz, dayika Sakine Cansiz, pêşenga têkoşîna me ya azadiya jinan û lêgerînera rastî û aştiyê, koça dawî kir. Aqilmendiya wê ya kûr dê her tim di meşa jinan a ji bo azadiyê de bijî. Em soz didin ku em ê girêdayî mîrateya Dayika Zeynep bimînin û em Sersaxiyê ji gelê me re dixwazin."