Çarenûsa 3 jinên ku hatine girtin ne diyar e 2026-04-13 11:32:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Zextên rejîma Îranê yên dijî jin û çalakvanan dewam dike, di vê çarçoveyê de çarenûsa sê jinên ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin, hîn jî ne diyare. Herwiha du welatiyên hatine binçavkirin jî winda ne.   Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê û çavkaniyên herêmî yên Rojhilatê Kurdistanê, derbarê girtina çalakvan û jinan ya ji aliyê rejîma Îranê ve agahiyên nû parve kirin.   Li gorî çavkaniyan jineke Kurd ya bi navê Zeynep Ezîzî, tevî hevjînê xwe yê bi navê Sîrwan Emînî ku xelkê bajarê Sineyê ne, ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbaratê (Îtilaat) ve li mala wan û bêyî biryara dadgehê hatine girtin û şandine girtîgeha bajarê Hemedanê.   Tê gotin heya niha jî ne parêzer nejî malbat nikarin her du welatiyan bibînin û tê gotin her kes bi hêceta bikaranîna interneta Starlinkê, hatine girtin û biwê tohmetê doz li wan hatiye vekirin.   Li gorî heman çavkaniyan lêkolîner û çalakvan Mîno Mêhrabanî, tevî hevjînê xwe yê bi navê Mobdyar Zertuştî li bajarê Kirmanê, bêyî fermana dadwer hatine girtin û ji bo cihekî nediyar hatine veguhestin. Tê gotin her du kes jî bi hêceta ‘kanaleke Telegramê ji bo belavkirina babetên olî yên Zerteştî bikar anîne.’ Derbarê rewşa wan he du kesan de jî ti agahî nayên standin.   Her wiha hat gotin ku jineke nişteciha bajarê Meşhedê ya bi navê Azer Yahoo (38), ji aliyê hêzên îstîxbaratê ve hatiye girtin û ji bo girtîgeha wekîl-Abad a Meşhedê hatiye veguhestin. Çavkaiyê ragihand ku Azer jî bi tohmeta ‘têkdana ewlehiya neteweyî, çalakiyên li ser torên civakî û pîrozkirina kuştina Elî Xameneyî’ hatiye girtin û ji mafê dîtina malbatê û peywendiya telefonî bêpar hatiye hiştin.   Li aliyê din li torî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, hefteyek bi ser girtina Yûsif Kerîmî re derbas bûye, ku xelkê bajarê Bokanê ye, lê heta niha tu agahî derbarê rewş û cihê ragirtina wî de nîn in.   Yûsif Kerîmî di 9’ê Nîsana îsal de, ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbaratê ve li mala xwe û bêyî biryara dadgehê hatiye girtin.   Her wiha hat diyarkirin ku du hefte bi ser girtina Diako Eyazî yê xelkê bajarê Baneyê re jî derbaz dibin. Çavkaniyê ragihand ku heta niha derbarê tohmetên li ser wî û rewşa tenduristiya wî de tu agahî nehatine bidest xistin. Tevî hemû hewldanên malbatan jî çarenûsa her du welatiyan nayê zanîn   Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê ve, rejîma Îranê zextên xwe zêdetir kirine. Heta niha bi dehan welatî li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine girtin û di şert û mercên xirab de tên ragirtin.