Dayik û kurê wê hatin qetilkirin 2026-03-31 21:47:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Êlihê jina bi navê Aynur K. û kurê wê Ducane K. li baxçeyên mala xwe di encama êrîşê de hatin qetilkirin.   Li taxa Pinarbaşi ya Êlihê  jina bi navê Aynur K. û kurê wê Ducane K. li baxçeyên mala xwe di encama êrîşê de hatin qetilkirin. Piştî agahî hat dayîn ekîbên tenduristiyê û polîsan hatin cihê bûyerê. Ducane K. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û Aynur K. jî li nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê tevî hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da.   Gumanbar ji aliyê ekîbên polîs û cendermeyan di riya Êlih-Amedê de hat girtin.