Nergîs Muhammedî krîza dil derbas kir 2026-03-31 21:36:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat daxuyandin ku Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nergîs Muhammedî ku li girtîgeha Zencan a Îranê girtiye, krîza dil derbas kiriye.   Free Nergis Coalition, der barê rewşa Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nergîs Muhammedî ku ji 12’ê Kanûna 2025’an heta niha li girtîgeha Zencan a Îranê girtiye, daxuyaniyek dan. Li gorî daxuyaniyê di 29’ê Adarê de tevî hemû şertên giran yên pêvajoyê ekîba hiqûqî ya Nergîs Muhamemedî û endamekê malbatê  li girtîgeha Zencan Negîs Muhammedî ziyaret kiriye. Li gorî daxuyaniyê ji aliyê hemşîreyeke girtîgehê ve Nergîs Muhameddî anîne cihê hevdîtinê û rewşa wê gelek xerab bûye.   Di bernameya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Nergîs Muhammedî krîza dil derbas kiriye û wiha hate gotin: “Di 24’ê Adarê de Nergîs Muhammedî li ser nivîna xwe bi awayekî hişê wê ji serê wê çûye hatiye dîtin û ev saetê berdewam kiriye. Hevalên wê yên girtî rew rakirine revîrê û derman hatine dayînê. Tevî rewşa giran û nîşaneyên krîza dil Nergîs Muhammedî çûyîna nexweşxaneyê red kiriye. Her wiha êşa tund a serî, vereşîn, nebînî tê jiyîn. Di 12’ê Adara 2025’an de dema binçavkirinê de ji ber darbeyên giran Nergîs Muhammedî pirsgirêka tenduristiyê dijî. Ji ber stendên di dilê wê de rewşa wê bi fikare.”   Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Nergîs Muhammedî tenê bi xwişk û birayên wê re sê deqeyan dikare bi telefonê hevdîtinê bike û hemû hevdîtinên bi parêzerên wê re hatine qedexekirin. Her wiha bang li rayedarên Îranê hat kirin ku demildest Nergîs Muhammedî bê berdan.