Li Êlihê Newroz: Dem dema avêtina gavên pratîk e 2026-03-22 12:13:25   ÊLIH - Li Êlihê bi hezaran welatî tevî baranê û hewayê sar jî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” Newroz pîroz kir. Pervîn Buldan di Newrozê de axivî û got: “Ne dema xwe mijûlkirinê ye, dema avêtina gavên pratîk e.”    Li Êlihê Newroz li Qada Newrozê ya Taxa Pazaryeriyê hat pîrozkirin. Bi hezaran kes bi cil û bergên xwe yên Kurdî hatin qada Newrozê. Welatî tevî baranê jî li Qada Newrozê tije kirin û govendê gerandin.    Bi hezaran kes ji taxan û gundan berê xwe dan qada pîrozbahiyê. Zêdetirî welatiyan bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Li qadê flamayên kesk û sor û zer hatin hilgirtin û girse dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” hat berzkirin. Her wiha li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin.   Pîrozbahiya Newrozê ya li Êlihê ku bi deh hezaran kes tev li bûne, Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Semra Guneş axivî, di axaftina xwe de got ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê dê têkoşîna xwe bidomînin.     Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî Newroz li gel pîroz kir û got: “Silav ji kesên di Rêya Sêyemîn de bibiryar. Silav herî mezin jî ji birêz Ocalan re ku ev rêye vekiriye. Têkoşîna demokrasiyê ya birêz Ocalan li dijî polîtîkayên înkar û tunekirinê pêş xistî, têkoşîna hebûnê ye, avakirina pêşerojê ye. Azadiya birêz Ocalan, azadiya gelê me û azadiya gelên Rojhilata Navîn derbasî qonaxeke girîng bûye. Em, sedsaleke nû bi Newrozê didin destpêkirin. Kolan bi kolan, gund bi gund, tax bi tax em Rêya Sêyemîn ava bikin. Em bi têkoşîneke mezin a gel ava bikin û pergala mêtingeriyê ji holê rakin. Li Kurdistanê biqasî zextan, berxwedan jî heye. Em ê vê berxwedanê mezin bikin û bi ser kevin. Di rêya 27’ê Sibatê de em ê mil bidin milê hev û bi hev re bi ser kevin. Em jiyaneke newekhev qebûl nakin. Heta yekitî çênebe dê şensê serkeftinê jî nebe. Lewma divê em bibin yek û têbikoşin. Em rêwiyên Rêya Sêyemîn in.”    Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik jî girse silav kirin û hêvî kirin ku Newroz bibe wesîleya aştiyê û azadiya gelê Kurd.     Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan dem derketî ser dikê girseyê bi yekdengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Pervîn Buldanê, girse silav kir û got ku silavên taybet ên Abdullah Ocalan ji bo gelê Êlihê hene. Pervîn Buldanê wiha domand: “Em jî silavên xwe ji birêz Ocalan re dişînin.” Pervîn Buldanê, got Newroz tê wateya têkoşîna gelê Kurd a li dijî zaliman û kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.    Di berdewamê de Pervîn Buldan îşaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got: “Divê gavên pratîk bên avêtin. Ev, pêvajoya hemwelatiya wekhev e. Gelê me li benda gavên pratîk e. Êdî dem hatiye ku Meclis ji bo bendewariyên gelê me gavên şênber bivêje û pêvajoyê temam bike. Perwerdeya bi zimanê dayikê û paşvekişandina qeyûman çendek ji van gavan e. Gelê me li bendê ye ku girtiyên siyasî bên berdan, pêşiya aktorê herî girîng ên pêvajoyê birêz Ocalan were vekirin ku bikare pêvajoyê birêve bibe. Me bedelên giran dan û hêviya me ji bo pêşerojê heye. Bo ma ya girîng ew bû ku êdî kesek canê xwe ji dest nede. Êdî ne dema mijûlkirinê ye, dema avêtina gavên pratîk e. Di hevdîtina bi birêz serokkomar de me jê re got ku divê gavên pratîk bên avêtin. Lê hêj gav nehatine avêtin. Ji sibê ve divê pêvajoyeke qanûnî ava bibe. Divê her kes ji bo aştiyê destê xwe deyne bin kevir. Tu serkeftiyên şer nînin. Em bi hev re aştiyê ava bikin.”    Aktivîsta TJA’yê Zekiye Îlbasanê jî got ku gelê Kurd xwe bi rêya xwerêxistinkirinê gihandiye van rojan û got: “Birêz Ocalan bal kişand ser girîngiya civaka rêxistinkirî ya bi pêşengtiya jin û ciwanan pêş dikeve. Em vê pir biqîmet dibînin. Newroz, roja pêşxistina xwerêxistinkirinê ye. Em jin dê pêşengtiya paradîgmayê bikin û aştiyeke birûmet bînin.”    Piştî axaftinan, agirê Newrozê hate hilkirin.    Piştre jî hunermend derketin ser dikê û gel bi gerandina govendê Newroz pîroz kir.