Bernameya Newroza Amedê diyar bû 2026-03-20 11:46:05   AMED - Bernameya Newroza Amedê ku sibê tê pîroz kirin, diyar bû. Di bernameyê de ligel xwendina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, siyasetmedarên dê biaxivin û hunermendên dê derkevin ser dikê hatin aşkerakirin.   Bernameya pîrozbahiya Newrozê ya Amedê ku dê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” were lidarxistin, diyar bû. Newroz dê di 21’ê Adarê de li Parka Newrozê bê lidarxistin. Saet di 10.00’ê de dê koma kemençeyê derkeve ser dikê û pîrozbahî dê dest pê bike.   Bernameya Newroza Amedê wiha ye:   *Saet di 10.00’ê de dê koma Kemençeyê derkeve ser dikê.   *Komîteya Amadekar a Newrozê dê derkeve ser dikê û girseyê silav bike. Piştî rêzgirtinê, dê komîteya amadekar û hevserok bi axaftinên kurt cejnê pîroz bikin û gel silav bikin.   *Piştre dê konsera Dîlan & Erkan Top dest pê bike. Piştre jî ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata û Serokê Partiya Azadî Ayetullah Aştî dê li ser navê Tifaqa Partiyên Kurd biaxivin.   *Piştre dê hunermend Alend Hazim derkeve ser dikê.   *Dê vîdeo-sînevîzyon bê pêşandan.   *Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê were xwendin.   *Çetîn Arkaş û Tuncer Bakirhan dê biaxivin.   *Agirê Jiyan dê derkeve ser dikê.   *Leyla Zana dê biaxive.   *Zinar Sozdar dê derkeve ser dikê.   *Herî dawî jî dê peyamên siyasetmedaran bên xwendin.