Li Kobanê ji bo Salih Muslim konê sersaxiyê hat vedan 2026-03-12 19:16:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo Endamê Desteya Hevserokatiya PYD'ê Salih Muslim li Kobanê şîn hate danîn.   Ji bo endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û hevserokê berê yê partiyê Salih Muslim, konê sersaxiyê li Qada Azadî ya bajarê Kobanê hat vedan.   Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê, endamên rêveberiya Kobanê, partiyên siyasî û rêxistinên jinan danê sibehê berê xwe da bin konê sersaxiyê yê ji bo taziyeya Salih Muslim hatiye vedan û sersaxî ji malbata wî re xwest.   Dê sersaxî heta 2 rojan dewam bike.