'Serhildana Qamişlo çirûska ewil a şoreşê ye' 2026-03-12 09:04:49   Jiyan Gencan   QAMIŞLO- Zehra Ehmed ku yek ji dayikên şehîdên komkujiya 12'ê Adara 2004'an a li Qamişloyê ye û ji serhildana piştî komkujiyê re jî şahidî kirye, anî ziman ku êşa komkujiyê hîna wekî roja ewil di dil wan de ye û 22 sala in ew li ser xeta şehîdan têkoşîna xwe berdewam dikin. Zehra Ahmed got çiruska Şoreşa Rojava ya ewil bi serhildana Qamişlo re dest pê kiriye.   Li Sûriyeyê gelê Kurd hertîm bi zilm û zordariya rejîma Baasê re rû bir û ma. Ji Kurdan re nasname nehat dayîn. Kurdên ku bi her awayî jiyan li wan hat tengkirin gelek caran di komkujiyan re jî hatin derbaskirin. Yek ji van Komkujiyan ji ya 12'ê Daa 2004'an ku beriya niha bi 22 salan li ser Kurdan hat kin e. Ev komkujî di carekê de çênebû, ew kîn û nefreta rejîma Baasê ya bi salan bû.    Di 12'ê Adarê de çi bû?   Di 12'ê Adara 2004'an de girseyek mezin ji bo temaşekirina lîstika futbolê ya di navbera Tîma Cîhad ya ku ji Qamişlo bû û Tîma Firiwe ya ji Dêrazorê li stada Beledî ya bajarê Qamişlo kom bûn. Hatibû diyarkirin ku wê lîstik sat di 14:00'an de dest pê bike. Beriya ku lîstik dest pê bike, nijadperstên ku xwe wekî alîgirên Tîma Dêrazorê nişan didin, beyî ku ji aliye hêzên ewlekariyê ve werîn kontorolkirin derbasî stadê dibin. Lê alîgirên tîma Cîhat ku ji Qamişlo ne bi baldarî tên kontorolkirin, kember û şûşeyên wan yên avê ji wan tên girtin, beyî ku bizanibin çi xefk li benda wan e.   Nijadperestan êrîş kir   Alîgirên tîma Dêrazorê ku hatiibûn stadê dest bi dirûşmên nijadperst kirin. Dema ku lîstikvanên her dû tîman derbasî qadê bûn, alîgirên tîma ku ji Dêrazorê hatiye bi dirûşmên xwe Sedan Hisên ê ku komkujî li Helebçeyê kiribû pê serbilindiya xwe nîşan dida didan û li kurdan jî heqaret dikirin. Ev jî têrê nake vê carê jî bi keviran êrîşî tîma Qamişloyê dikin. Tevî ku hejmarek mezin a endamên hêzên ewlekariya hikumeta Şamê hebû jî mudaxale nekirin, hêzên Şamê jî dest bi lêdana kurdan kirin û hinek alîgirên tîma Qamişlo ji stadê derxistin. Yên ku li stadê man jî hatin dorpêç kirin.    Bi fermana rayedarên hikûmetê komkujî hat kirin   Pîştî wê waliyê Hesekê yê wê demê ferman da ku alîgirên tîma Qamişloyê bên gulebarankirin. Di encama êrîşa li ser kurdan de li stadê 2 zarok bi gîştî 9 alîgirên tîma Qamişlo Şehîd dibin. Pîştî wê hikumeta Şamê leşkerên artêşê û hêzên ewlekariyê ji Reqa û Dêrazorê anîn û nehiştin gel beşdarî merasîma veşartina 9 şehîdan bibin. Hêzên hikumeta Şamê carek din kesên xwestin tevli merasîmê bibin gulebaran kirin, 24 welatî di navde jin û zarok jî heyî qetil kirin û hejmarek zêde birîndar kirin. Di heman demê de bi sedan kes hate girtin, hin kesan di girtîgehan de ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da, li dijî hinekan cezayê girtîgehê yê heta hetayî hat dayîn. Her wiha çarenûsa gelek kesaan jî heta niha jî nayê zanîn.   Gel serî rakir   Pîştî komkujiyê gelê Kurd daket qadan û serhildanê li hemberî rejîma Baasê dest pê kir. Lî seranserî rojavayê Kurdistanê bi rojan gel li qadan ma û li hemberî rejîmê serî netewand. Bi serhildanê re hejmara kesên ku ji aliyê rejîmê ve hatin qetilkirin gihaşt 39 kesan. Îro li Rojavayê kurdistanê gelê Kurd ji bo hebûn û rûmeta xwe bi rihê serhildana 12'ê Adarê ya Qamişloyê li ber xwe dide û 12'ê Adara 2004'an bû çirûska şoreşa Rojava. Gelê Kurd îro li Rojava bi yek rîhî ji bo ku şoreşa xwe biparêze her roj li qadê ye û di çeperan de ye.    Dayika yek ji şehîdê 12'ê Adarê û şahida serhildana 12'Adarê Zehra Ehmed ji ajansa me re bahsa wê demê kir.   'Rejîma Baasê kurd bê nasname hiştin'   Zehra Ehmed anî ziman ku rejîma Baasê li dijî kurdan bû û plansaziya komkujiyê ji aliyê rejîmê ve hat amede kirin û wiha got: " Rejîma Baasê rejîmek zalim bû, bi çavê dijmin, bi çavê biçuk li kurdan dinerî. Rejimê ne dihişt ku kurd serê xwe rakin û bigihêjin mafê xwe. Kurd hertim bê nasname hatin hiştin."   Zehra Ehmed 12'ê Adarê bi bîr xist û wiha got: " Me dizanî ku wê tîma futbolê ya Dêrazorê û Qamişlo bihev re futbolê bilîzin. Di carekê de di nava Qamişlo de tevlîhevî û ne aramiyek çûbû, em pê hisiyan ku şer di stadê de derketiye û alîgirên tîma Qamişlo şehîd ketine. Wê demê me carek din dît ku rejîm çawa dixwaze kurdan di qirkirinê re derbas bike. Wê demê kurê min ciwan bû. Kurê min çawa dibihîze ku şehîdê me hene radibe û derdike dibêje ezê biçim şehîdên me hene em ê veşêrin. Gelê Qamişlo li şehîdên xwe xwedî derket û bi hezaran kes daketin qadan. Di dema merasîma cenazeyê şehîdan de rejîmê carek din êrîş kir û gelek kes şehîd û birîndar bûn. "   'Kurê min di merasîmê de şehîd bû'   Zehra Ehmed anî ziman ku kurê wê Sîwan dema merasîma şehîdan bîrîndar bû û wiha lê zêde kir, 'Kurê min ji ber birîndariya giran şehîd bû:  kurê min Sîwan dema birîndar bû digot  'Ji bo Kurdistanê xem nake, em çiqs şehîd bidin jî divê em netirsin. Divê Kurdîstan ava bibe, eger em xwînê nerjînin Kurdîstan ava nabe. Em sere xwe li hemberî wan danaxin'. Ew gotin bûn gotinên Sîwan yên dawî.."   'Serhildanê rihê yekitiyê derxist holê'   Zehra Ehmed anî ziman ku ew ê mafê xwe yê netewî û kurdiyatiyê her tim biparêzin û ev yek anî ziman: "Serhildana Qamişlo rihê yekbûna kurdan derxist holê. Li seranserî Rojava kurd rabûn ser piyan û li dijî rejîma Baasê serî rakirin. Niha jî em mafê xwe û hebûna xwe diparêzin. Me bi hezaran şehîd ji bo Kurdistanek azad daN divê em destkeftiyên xwe û armanca şehîden xwe biparêzin. Welatekî azad berdelên giran dixwaze, gelê Kurd jî ew berdel daye."   'Emê xwedî li şoreşa Rojava derkevin'   Zehra Ehmed diyar kir ku divê şoreşa Rojava bi hemû destkeftiyên xwe bê parastin û wiha dawî li axaftinê xwe anî: " Bi rihê serhildana Qamişlo şoreşa Rojava dest pê kir. Serhildana Qamişlo çirûska ewil a Şoreşê ye û me bi hezaran şehîd di oxira welatekî azad de dan. Kurdistan dile me ye ji bo wê jî em ê her tim di riya rast ya şehîdê xwe re bimeşin."