Gumanbarê destdirêjiyê tevî îtîrafê hîna nehatiye girtin 2026-03-11 09:08:20     Azize Akoglu-Melek Avci    MERSÎN - Di doza destdirêjiya di 2025’an de  li hember zarokê hat kirin de geşedanek nû ya skandal derket holê. Gumanbar Mehmet Gurî Akin di daxwaznameya fermî de îfadeyên ‘li gorî endama DNA’yê bavê bebekê ez bim bila zarok wek ewlad bêdayîn’ bi kar anîn. Gumanbar sûc bi vî awayî jî îtîraf kir, lê tevî vê hîna gumanbar nehatiye berdan.   Li navçeya Toroslar a Mersînê di 2025’an de gumanbar Mehmet Gurî Akin destdirêjî li zarokekê kir. Piştî zarok nerehet dibe malbat dibin nexweşxaneyê û fêr dibin ku zarok 26 hefteyî ducanî ye. Li ser gilîkirina malbatê lêpirsîn hat destpêkirin û îfadeya zarokê ji aliyê Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) ve hat girtin. Zarokê di îfadeya xwe de diyar kir ku Mehmet Gurî Akin yê 52 salî destdirêjî lê kiriye û piştre jî bi sîstematîk berdewam kiriye, ji ber tirsiyaye bûyer venegotiye û di encama destdirêjiyê de ducanî maye.   Tevî ku malbat hat tehdîdkirin jî dayikê giliyê xwe şûnde nekişand û gumanbar di bin navê ‘daxwaza zarok’ de ji aliyê dadgeriya ceza Sulh ve hat berdan. Gumanbar destdirêjî red kiribû.   Çarçoveya lêpirsînê de piştî zarok hat dinê di meha çile de biryar hat dayîn ku ji zarok xwîn û mînakên DNA’yê bên girtin. Tevî vê derket holê ku hîna kar û barên dosyayê nehatine kirin.   Îhmalkariya nexweşxaneya taybet   Derket holê ku zarokê di meha çile de li Nexweşxaneya Ozel Form Yaşam bebek aniye dinê û der barê zaroka encama destdirêjiyê de hatiye dinê nexweşxaneyê tu tiştek negotiye.  Şêniyên taxê diyar kirin ku berê jî hewl hatiye dayîn ku bi bertîlê serê bûyerê bê girtin.   Îdiayên ku bûyer bi destê daraz, hêzên ewlehiyê û nexweşxaneyê tên veşartin didomin û hîna jî kes xwe nagihîne zarok û bebeka hatiye dinê. Gumanbar jî tevî nûçeya îxbarê ya me 28’ê Sibatê de kir jî  hîna nehatiye girtin.   Me xwe gîhand daxwaznameya gumanbar a ji Midûriyeta Malên Zaroka ya Barbaros Hayrettîn Paşa. Di daxwaznameya ku gumanbar Mehmet Gurî Akin di 23’ê Sibatê de nivîsiye wiha dibêje: “Bebeka tê îdiakirin bavê wê ez im… ne ez im. Li gorî encamên tahlîlan bavê bebekê ez bim jî dixwazim wek ewlad bê dayîn.” Gumanbar di daxwaznameya daye de sûcê xwe qebûl dike û tevî vê hîna jî nehatiye girtin.