Ji Stenbolê peyama 'Bijî piştevaniya jinan' 2026-03-08 11:59:47   STENBOL - Di mîtînga 8'ê Adarê ya ku li Kadikoya Stenbolê hat lidarxistin de jinan peyama "Em ê li dijî kesên ku ji Peymana Stenbolê derdikevin û kesên ku Qanûna 6284'an bi cih naynin, têkoşîna xwe bidomînin. Em ê dev ji daxwaza bidawîkirina kuştinên jinan bernedin. Em ê dev ji daxwaza lêpirsîna li ser mirinên gumanbar ên jinan bernedin."   Li Stenbolê bi pêşengiya Platforma Jinan a 8’ê Adarê, ji Peykera Bogayê ya navçeya Kadikoyê ber bi Îskeleya Kadikoyê ve meşek hat lidarxistin. Bi hezaran jinên li pêşiya Peykera Bogayê kom bûn û bi kortejan meşiyan. Jin, bi cil û bergên Kurdî û herêmî tev li meşê bûn. Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, parlamenterên DEM Partiyê û gelek jin di korteja TJA’yê de cihê xwe girtin.    Di meşê de coşeke mezin hebû. Jinan, pankartên “Em bi berxwedanê jiyanekê azad û wekhev dihûnînin”, “ Li dijî xizanî, tundî, kedxwarî û şer em jin serî hil didin. Jin, jiyan, azadî”, “Ji keziyên min alan çêkin”, “Dema dengên me bûn yek dê têkoşîn dest pê bike” û “Em jiyaneke wekhev dihûnin” hatin hilgirtin. Her wiha wêneyên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên di 9’ê Çileya 2013’yan de li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin hilgirtin.    Di meşê de dirûşmên “Jin jiyan azad”, “Bijî berxwedana jinan”, “Bijî 8’ê Adarê, bijî têkoşîna me ya rêxistinkirî”, “Em ne malbat jin in, jin di serhildanê de ne”, “Bijî piştevaniya jinan” û “Em jiyaneke mirovane dixwazin” hatin berzkirin.    Qada mitîngê her ku çû tijê bû û coşa li qada mitîngê zêde bû. Jinan govend gerand.    Di mîtîngê de ji Dayikên Aştiyê Sultan Bozkurt mafê axaftinê girt û bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn diqewime û têkoşîna azadiyê. Di mîtîngê de daxuyaniya hevpar hat xwendin. Metna tirkî ji hêla endama platformê Melîke Arguç û Tuggen Mumuşay û metna kurdî jî ji hêla Ayşe Aksoy û Evîndar Aysal ve hat xwendin.      Di metnê de wiha hat gotin:    "Em jin li dijî xizanî, tundî, kedxwarî û şer serî hil didin   Bi serhildana me ya ku ji malan, kolanan, cihên kar û kampusên zanîngehan bilind dibe, em li dijî pêrgala kapîtalîst-emperyalîst ji bo ked, laş û jiyanên xwe serî hil didin. Em jin li dijî xizanî, tundî, îstîsmar û şer serî hil didin. Em ji bo jiyaneke wekhev, azad û ewle têdikoşin.   Em ji ber mûçeyên di bin xeta hejariyê de, bihayê jiyanê yê bilind û bacên zêde, bi hejariyê re rûbirû ne. Budçe ji karker û jinan tên kêmkirin û ji bo faîzê, projeyên avakirin-xebitandin-veguhestin û şer tên veguhestin. Di bin navê "piştgiriya jiyana malbatî û kar" de, karê nerm û ne ewle di nav jinan de tê belavkirin. Her ku xizanî kûrtir dibe, barê karê malê – xwedîderketina li kal û pîran, nexweşan, kêmendam û zarokan – hê girantir dibe. Em red dikin ku jiyana xwe teslîmî vê pêrgalê bikin, ya ku bi ragihandina "Sala Malbatê" û bi sînordarkirina me di nav çar dîwaran de hewl dide vê kedxwariyê rewa bike.   Em jin serî hildidin!   Em karê ewle û jiyaneke ewle dixwazin. Lê em nikarin ji bo heman karî mûçeyek wekhev werbigirin. Mafên me yên sendîkayê tên binpêkirin, û em dikarin ji ber tevlîbûna sendîkayê  ji kar bên avêtin. Em li cîhê kar rastî tacîz, tundî û zordestiyê tên. Ji ber kêmasiya baxçeyên zarokan û xizmetên lênêrîna zarokan, an em neçar dimînin ku bi karên ne ewle razî bibin an jî ji hêza kar tên dûrxistin. Di karên ku em dikin de jî, em her roj rûbirûyî mirinê dimînin. Şeş karkerên jin ên ku di şewata Dilovasiyê de jiyana xwe ji dest dan, careke din nîşanî me dan: ev mirin ne qedera me ye û ne jî qeza ye. Ev kuştineke pîşesaziyê ye. Ev pêrgal ji jinan re ji îstîsmar û mirinê pê ve tiştekî pêşkêş nake.   Lê em teslîm nabin. Berxwedana çîna karker li her derê mezin dibe. Li Smart Solar, Migros û Nexweşxaneya Taybet a Okmeydaniyê, têkoşîna bi biryar a jinan bûye sedema destkeftiyan. Li Temel Conta, li Dîgel û Şık Makasê, jin tevî hemû zordariyan jî li ber xwe didin.   Em berxwedana xwe ya li dijî xizanî, kedxwarî, karkeriya zarokan a di bin navê MESEMê de, mirinên li cîhê kar û beewletiyê berfireh dikin. Em karên ewle, mûçeyê wekhev ji bo keda wekhev, lênêrîn û xizmetên çavdêriyê yên belaş û bi kalîte daxwaz dikin; em daxwaz dikin ku astengiyên li pêşiya sendîkayîbûna me bên rakirin.   Em cîhanê dixwazin, ne kurtêlan!   Em li her qada jiyanê de rûbirûyî tundiya mêran dibin. Li malê, li kar, li kolanan, em bi awayên cuda yên tundiyê dorpêçkirî ne, ji destdirêjiya sekse bigire heta tacîzên zimanî, ji reşkirinê heta gefan. Li şûna ku rê li ber vê tundiyê bigire, dewlet gelek caran parêzvaniya sûcdarên mêr dike û wan bê sûc dike. Di sala 2025an de, herî kêm 294 jin hatin kuştin, di heman demê de 297 jin di bin şert û mercên bi guman de mirî hatin dîtin. Di du mehên pêşîn ên sala 2026an de, 45 jin hatin kuştin, û 43 jin di bin şert û mercên bi guman de mirin. Em li welatekî dijîn ku her roj 6 jin têne kuştin.   Mirinên me yan wekî "bi guman" yan jî wekî "tesadufî" tê binavkirin. Em dipirsin: Guman di mirina Fatma Nur de li ku ye; ya ku ji ber îstîsmara li ser keça xwe Hîfa, ku piştî tecawiz û îstîsmarê bi zorê hatibû zewicandin, qîriya û got, "Bi gotina întîxarê bawer nebin û ser vê merseleyê negirin, ew ê min bikujin."  Guman tune. Kujer û tecawizkerek heye, Ayhan Şengüler. Û dewletek heye ku wî diparêze. Tundiya mêran hêza xwe ji dijminatiya jinan a organîze digire, bi wezaretên xwe, dadweriya xwe, Rêveberiya Karûbarên Dînî ya xwe, û medyaya xwe.   Lê em ê bêdeng nebin. Em ê li dijî kesên ku ji Peymana Stenbolê derdikevin û kesên ku Qanûna 6284'an bi cih naynin, têkoşîna xwe bidomînin. Em ê dev ji daxwaza bidawîkirina kuştinên jinan bernedin. Em ê dev ji daxwaza lêpirsîna li ser mirinên gumanbar ên jinan bernedin. Em ê dev ji daxwaza bersivan a derbarê ka çi bi serê Gulistan Doku û Rojîn Kabaiş hatiye, bernedin. Em ê li her derê bin, têkoşîna xwe ya li dijî destdirêjiya zayendî, tacîz, rûreşkirin û gefan xurtir bikin.   Neparêze, bêceze nehêle, faîlan darizîne!   Me jinan mafên xwe yên wekhevî û azadiyê bi têkoşîna xwe bi dest xistiye. Lê îro, ewên ku bi carekê ji Peymana Stenbolê vekişiyan, êrîşî mafên me yên ku me bi zehmetî bi dest xistine dikin; ew hewl didin ku nîqaşê li ser mafên me yên nefeqe, hevberdan, mîras, jiyan û tenduristiyê vekin.   Em li dijî wan kesên ku dixwazin biryarê bidin ka divê çend zarokên me hebin, divê em çi li xwe bikin, û divê em çawa bijîn, serî hil didin. Em li dijî wan polîtîkayan in ku laş û zayendîtiya me tenê ji bo zayînê biçûk dibînin.   Em tundiya dewletê ya ku bi navê "exlaqê giştî" li dijî jiyan û hebûna me tê kirin, qebûl nakin. Em her wiha wan pakêtên dadwerî yên ku zordestî û sûcên nefretê yên li dijî meylên me yên zayendî û nasnameyên me yên zayendî rewa dikin jî qebûl nakin.   Divê astengiyên li pêşiya gihîştina hormonê ji bo kesên trans û zehmetiyên di pêvajoya veguherînê de bên rakirin. Divê xizmetên tenduristiya zayendî û zayînê bên berfirehkirin da ku menopozê jî di nav xwe de bihewîne. Divê astengiyên pratîkî yên li pêşiya mafên kurtajê bên rakirin. Divê rêbazên kontrola zayînê û vaksîna HPVyê belaş û gihîştî bin.   Jin, jiyan, Azadî   Şerên wan kesên ku laşê jinan wekî ganîmeta şer dibînin, ku komkujiyê li gelan dikin, ku êrîşî zarokan dikin, berdewam dikin.    Pêrgala kapîtalîst-emperyalîst hewl dide ku bi rêya şer krîza xwe derbas bike. Li Filîstîn, Rojava, Sûriye û gelek deverên din ên cîhanê, mirin, wêranî, koçberkirina bi zorê û birçîbûn li ser gelan tên ferzkirin. Amerîkaya kujer, emperyalîst û hevkarên wan niha êrîşî Îranê dikin, piştî ku tevahiya Rojhilata Navîn veguherandine qadeke xwînrijandinê. Em dizanin ku emperyalîst tenê mirin û wêraniyê tînin ser serê gelên cîhanê. Em dizanin ku azadiya gelên cîhanê di destê wan bi xwe de ye, di têkoşîna wan de ye. Em bi salan e di têkoşîna wan a li dijî rejîma melayan de û îro jî li dijî êrîşa emperyalîst-siyonîst li gel jinên Îranê ne!   Zen, Zendegî, Azadî   Tirkiye, di vê navberê de, îdia dike ku piştgiriya Filîstînê dike, lê di heman demê de têkiliyên xwe yên aborî û siyasî bi Îsraîlê re didomîne. Ew Îsraîlê şermezar dike, lê di heman demê de bombeyên xwe li ser jin û zarokên li Rojava dibarîne. Bi mazûvaniya lûtkeya NATOyê ya di Tîrmehê de li Enqerê, ew xwe ji bo rola xwe ya di şer de amade dike.    Divê hemû peywendiyên bi Îsraîlê re bên qutkirin!   Divê Tirkiye ji NATOyê derkeve!   Divê baregehên emperyalîst bên girtin!   Ji NATOyê derkevin, bila baregehên emperyalîst bên girtin!   Ew ewqas ji berxwedana me ditirsin ku heta keziyên me jî dibin kabûsa dewletê. Heta keziyên zarokeke 16 salî jî dikare bibe hinceta girtinê. Têkoşîna jinên ku li Filîstîn, Rojava, Îran û Efxanistanê li ber xwe didin, têkoşîna me ye. Têkoşîna azadiya jinan mezin dibe. Dirûşma "Jin, Jîyan, Azadî" li seranserê cîhanê deng vedide. Em dibêjin, "Ez ne azad im heta ku hemû jinên cîhanê azad nebin." Em ê dev ji hev bernedin. Em piştgiriya jinan a navneteweyî li dijî êrişkariya emperyalîst berfireh dikin.   Piştgiriya jinan sînoran derbas dike!     Ew ên ku bi emperyalîzmê re hevkariyê dikin, ew ên ku faîlan diparêzin, jinên ku li ber xwe didin digirin.  Dosyeyên hevalên me, endamên Konseyên Jinan ên Sosyalîst û Jinên Ciwan ên Azad, tomarên çalakiyên 25'ê Mijdarê û 8'ê Adarê dihewînin, di heman demê de azadiya gelek jinên girtî bi awayekî keyfî tê taloxkirin, û jinên ku li ber xwe didin rastî tundiya dewletê ya sîstematîk tên.   Îro liv ir, dengê xwe li dengen hemû jinên girtî zêde dikin û em dibêjin:   * Em ji bo azadî û wekheviyê li vir in, em ji bo kedên xwe radibin ser piyan.   * Em ê jiyanên xwe nekin qurbana çerxên vê pêrgala kujer.   * Em ji malan, cihên kar, kampus û kolanan hatine, û em têkoşîna xwe mezin dikin.   * Em li dijî xizaniyê serî hil didin.   * Em li dijî tundûtûjiyê serî hil didin.   * Em li dijî îstîsmarê serî hil didin.   * Em li dijî şer serî hil didin.   * Em ê cîhaneke azad bê şer, bê serdestiya mêran, bê kedxwariya kapîtalîst, bê transfobî, homofobî û nijadperestî ava bikin.   * Dirûşme: Bijî 8ê Adarê, bijî têkoşîna me ya birêxistinkirî!"