Li Samsunê mirina biguman 2026-03-03 19:44:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Atakum a Samsunê cenazeya Ceren K. ya ku winda bû 300 metre ji îskeleyê dur di behrê de hat dîtin.   Li navçeya Atatum a Samsurê, Ceren K. di saetên êvarê de ji mala xwe derket û carek din venegeriya. Dayika wê S.K serî li emniyetê da.   Welatiyekî telefon û çenteyê aydê Ceren K. dît û teslîmê polîsan kir. Piştî vê polîsan lêkolîn kirin û tespît kirin ku Ceren K. li Îskeleya Çobanli wêne kişandiye.   Di encama lêgerîna di behrê de hat kirin cenazeya Ceren K. 300 metre ji îskeleyê dur di behrê de hat dîtin. Cenaze ji bo otopsiyê rakirina Saziya Tipa Samsunê.