Rohilat Efrîn: Hebûna YPJ'ê xizmeta ji bo felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' ye 2026-03-01 09:55:36   Bêrîtan Canozer   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandara Giştî ya YPJ'ê Rohilat Efrîn, têkiliyên xwe yên li Ewropayê vedibêje û diyar dike ku wan li ser statuya Rojava û parastina hebûna YPJ'ê nîqaş kirine û got, "Hebûna YPJ'ê xizmeta felsefeya Jin, jiyan, azadî dike. Ji ber vê yekê, ew ê hebûna xwe biparêze. Di civîn û nîqaşên ku me kirin de, her kesî nêrîna ku divê hebûna YPJ'ê were parastin anî ziman. Ev ji bo me girîng e."   Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ), ku pêşengiya şoreşa Rojava kirin û 13 sal in bênavber têdikoşin, xwe ne tenê wekî hêzek leşkerî, lê di heman demê de wekî sembola veguherîna civakî û parastina xwe bi pêşengiya jinan ji cîhanê re dane nasîn. YPJ, ku bi berxwedana xwe ya li dijî DAIŞ'ê dîtbariyeke cîhanî bi dest xist, nîşan da ku jin dikarin hem li qada şer û hem jî di avakirina civakî de wekî hêzek pêşeng derkevin ser dika dîrokî.   YPJ ne tenê wekî hêzek parastinê, lê di heman demê de wekî afirînerê paradîgmayek nû ya jiyanê hebûna xwe didomîne. Çeteyên HTŞ û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê YPJ'ê nas nakin û wan hedef digirin lê belê li dijî vê yekê YPJ'ê ragihand ku ew ê bi hemî hêza xwe hebûna xwe li Rojava biparêze.   Fermandara Giştî ya YPJ Rohilat Efrîn diyar kir ku hebûna YPJ û pêşengiya jinan li Rojava di veguherîna siyasî û civakî ya herêmê de rolek diyarker dilîzin û got ku rola jinan di warên leşkerî û îdeolojîk de di Şoreşa Rojava de girtine, di pergala serdestiya mêran de şikestinek dîrokî çêkiriye.   'Em pêşengên têkoşîna azadiyê bûn'   Rohilat Efrîn bal kişand ser girîngiya hebûna YPJ'ê ya li Rojava û got, "Di têkoşîna 13 salan a Şoreşa Rojava de, rola jinan bû ku pêşengiyê bike û teşe da vê pêvajoyê." Rohilat Efrîn got, "Dema ku em tevahiya pêvajoya Rojava dinirxînin, tiştê ku bala cîhanê kişand serkêşiya jinan a di vê berxwedanê de û îradeya ku wan nîşan da bû. Berê di dîroka Kurdan de mînakek wiha ya serkêşiya jinan û têkoşîna jinan tunebû. Ango, cara yekem di dîroka Kurdistanê de, jinan hem ji hêla leşkerî ve, hem wekî pergal û hem jî wekî tevger erkek wisa hilgirtin ser xwe. Ez dikarim bibêjim ku me di paradîgmaya nû ya Rêber Apo de erkek bingehîn girt ser xwe. YPJ'ê hişt ku tevahiya cîhanê qebûl bike ku jin dikarin bi nasnameya xwe ya bêhempa di qada leşkerî de hebin û hebûna xwe biparêzin. YPJ tenê wekî hêzek çekdar derneket holê. Xwe birêxistin kir, felsefeya xwe li ser parastina xwe ava kir û îradeya xwe nîşan da. Li cihê ku pêwîst bû, ji hêla leşkerî ve hem civak û hem jî xwe parast. Wekî artêşeke jinan, ew bû pêşenga têkoşîna azadiya Rojava."   'Em ne tenê hêzek çekdar in'   Rohilat Efrîn destnîşan kir ku tiştê ku YPJ'ê bi cîhanê dide nasîn, tiştê ku wê girîng û pêşeng dike, îdeolojî, rêxistin û felsefeya wê ya jiyanê ye. Rohilat Efrîn, tekez kir ku YPJ divê tenê wekî hêzek çekdarî-leşkerî neyê hesibandin û got, "13 sal in, bi vî rengî, bi vê xetê têkoşîna xwe li Kurdistanê domand. Li ser vê bingehê hebûna xwe didomîne. Vê yekê di civaka me de hestekî xwedîderketinê afirand, di jinan de bawerî û îradeyek afirand. Hesasiyetek mezintir ji bo xwedîderketina li mîrat û dîroka xwe afirand. Di hêzên me yên YPJ'ê de, îradeyek û fedakariya ku bi pêşengiya rêxistina gelê me û şehîdên me de hatiye afirandin, bêtir hatiye zêdekirin û parastin."   'YPJ modelek li cîhanê ye'   Rohilat Efrîn diyar kir ku YPJ ne yekem hêza leşkerî ya jinan a cîhanê ye, lê bi sîstema xwe ya îdeolojîk û leşkerî ya salan modelek sereke ye û got, "Erê, me got ku ew ne yekem modela cîhanê ye, lê hebûna wê ya sîstematîk û şêwaza têkoşîna wê ya 13 salan ew kiriye modelek ji bo tevahiya cîhanê. Û vê îradeyê bala jinên li çaraliyê cîhanê kişandiye. Wan got ku ev model, ev îrade, divê li ser piyan bimîne û wan YPJ hembêz kir. Aliyê herî berbiçav ê YPJ'ê berxwedana wê ya mezin a li dijî zîhniyet û pergalek mîna DAIŞ'ê bû, têkoşîna wê ya li dijî DAIŞ'ê bû. Ev yek bala herî zêde li cîhanê kişand. Ji bo ku tiştekî xweşik biafirînin û hebûna xwe li dijî zîhniyeteke qirêj, wêranker û xerabkar biparêzin ku hemî êrîşên xwe yên hovane pêk anîn, jinan bi YPJ'ê re xwe bi rêxistin kirin û li dijî DAIŞê li ber xwe dan. Têkoşîna jinan li dijî vê zîhniyetê rawestiya. Ev wêrekî û îradeya hat nîşandan bû ku cîhanê matmayî kir û YPJ da nasîn."   'YPJ dê hebûna xwe biparêze'   Rohilat Efrîn, diyar kir ku DAIŞ û HTŞ dijminên jinan in, her wiha bal kişand ser îşkenceya ku ji hêla çeteyên HTŞ'ê ve li şervanên jin tê kirin. Rohilat Efrîn got, "Ger ew ji îrade û hebûna jinan netirsiyana, laşên hevalên me ji avahiyan nedihatin avêtin, porê hevalên me nedihate birîn. Ew ê îşkence li hevalên me nekirana. Ew ji vê îradeyê, ditirsin. Tiştê ku em vedibêjin ne çîrok e; ev hemî êrîş û komkujî ne ku bi wêneyan hatine îspatkirin û di civînên Dewletên Yekbûyî de wekî sûcên şer hatine nîqaşkirin. Me ev yek careke din di xala ku em gihîştine de nîşan da. YPJ dê hebûna xwe bidomîne. Em 13 sal in bi vê îradeya xurt li ber xwe didin û em ê berdewam bikin. Em ê destkeftiyên xwe biparêzin. Em ê vê zîhniyeta tarî qebûl nekin û em ê felsefeya xwe biparêzin."   'Têkoşîna me xizmeta felsefeya Jin, Jiyan, Azadî dike'   Rohilat Efrîn diyar kir ku YPJ felsefeya hebûna xwe ji felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" digire û got, "YPJ, berî her tiştî, hêzek bû ku nirxên jinan diparast. Di berxwedana 'Jin, Jiyan, Azadî' de, YPJ hem hêza ku herî zêde beşdar bû û hem jî ya ku sembola wê afirand bû. Ew bû çandek. Di nav vê felsefeyê de, di civaka me de mînakek danî ka divê cureyekî parastinê çawa be. Parastin çi ye? Çima divê civak û di serî de jin, hebûn, çand û zimanê xwe berî nan û avê biparêzin? YPJ tam ev hişmendî di civakê de afirand. Ji ber vê yekê, ez dikarim bibêjim ku têkoşîna YPJ'ê xizmetê ji felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' re dike. Li vir, ne tenê sembolîze kir, lê pêşengî kir. Ger îro jinên li çaraliyê cîhanê jin vî ruhê pêşengiyê bi heyranî pêşwazî dikin, ev ji ber felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî', têkoşîna ji bo xwerêveberiyê û hebûnê, têkoşîna ji bo azadiyê û paradîgmaya rizgariya jinan e."