Ji TJA’yê li dijî komkûjiya jinan meş 2026-02-27 21:07:29   AMED – TJA li Peyasê li dijî komkûjiyên jinan meş li dar xist.   Tevgera Jinên Azad (TJA), minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê li navçeya Peyas a Amedê meş li dar xist. Gelek jinên ku li ber avahiya DEM Partiyê ya Peyasê hatin ligel hev, ji vir heta AVM ya Nînova Parkê bi pankarta “Ji Komkûjiya Jinan re Na” hat vekirin. Jinan di meşê de bi lêdana fîqê û dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Komkûjiya Jinan Polîtîk e” û “Em bêdeng namînin, natirsin û bêdeng namînin” berz kir.   Meş piştre bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.