ÎHD: Divê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bê mîsogerkirin 2026-02-21 14:44:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ÎHD li gelek bajaran daxuyanî û got: "Em daxwaz dikin ku mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ku mafêkî herî xwezayî yê ji bo her kesî demildest bê bicih anîn û herkes karibe bi zimanê xwe, bi cihanê rê têkilî deyne."   Komeleya Majên Mirovan (ÎHD), bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelek bajaran daxuyanî da û bal kişand ser parastina zimanê kurdî.    Îzmîr   Li Îzmîrê li avahiya komeleyê civîna çepemeniyê pêk hat. Rêveber û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna hevpar ji hêla Hevseroka ÎHD'ê ya Îzmîrê Zîlan Gumuş û Mustafa Kizartici ve hat xwendin.   Stenbol    Li Stenbolê ÎHD, li avahiya komeleya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist. Pankartek bi nivîsa "Zimanê dayikê mafek e, nayê astengkirin" hat daliqandin. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevseroka şaxê Jiyan Tosun ve bi Kurdî û ji rêveberiya şaxê jî ji aliyê Hasan Yaviç ve bi Tirkî hate xwendin. Di civîna çapemeniyê de parêzer Eren Keskin, endama Komîteya Rêveberiya Navendî ya IHD Nimet Tanrikulu, Dayika Şemiyê Xanim Tosun û Îkbal Eren jî axivîn.   Di metna hevpar a ku bi sernavê "21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Pîroz Be!" hat parvekirin de wiha hat gotin:    "Zimanê dayikê ew ziman e ku bêyî tu hewldaneke hînbûnê ya ji derve hebe, bi awayekî xwezayî ji hawîrdora civakî ya ku ferd ji dayîka xwe tê dinê fêr dibe, di jiyana xwe ya rojane ya civaka ku tê de ji dayik bûye de bi kar tîne, civakbûnê dike û nirxên hunerî û çandî diceribîne. Di vî warî de mafê zimanê dayikê hem di çarçoveya mafê takekesî de ye û hem jî di çarçoveya mafên kolektîf ên civaka ku tê de ye.   Tê zanîn ku îro li cîhanê derdora heft hezar zimanên dayikê tên axaftin û 2500 ji wan zimanan li ber windabûnê ne. UNESCO’yê ji bo balê bikşîne ser vê xeteriyê di 17’ê Mijdara 1999’an de, roja 21’ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî îlan kir û ji sala 2000’an û vir ve bi armanca piştgirîkirina cihêrengiya çandî û pirzimanî li cîhanê dest bi pîrozkirina “Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê” kir.   Zimanê dayikê ew ziman e ku ferd di nav civakên ku tê de dijî an jî di bin rêveberiya dewletekê de herî baş xwe pê îfade dike, bi vî awayî civakî dibe û hebûna xwe ya çandî diparêze. Mehrûm hiştina gelên bêdewlet ji mafê perwerdehiyê, bi taybetî ji perwerdehiya bi zimanê dayikê, tê wê wateyê ku ev gel ji gelek derfetên xwe bêpar dimînin. Ji ber vê yekê jî mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî herî dadî ye.   Yekzimanî û qedexeker   Astengiya herî mezin a li pêşiya daxwazên perwerdeya bi zimanê dayikê, zîhniyeta netew- dewlet e ku li cîhanê serdest e. Netew-dewlet bi helwesteke pişafker, yekzimanî û qedexeker, zimanê fermî ne têde, li ser redkirina perwerdehiya bi zimanê dayikê ava bûne. Ev têgihîn, hemû kesên li ser erdnigariyekê dijîn mecbûr dike ku bi "yek zimanî" biaxivin, perwerdeyê bibînin û xebatên xwe yên din bidomînin. Hemû zimanên wendabûyî, zimanên di xetereyê de û zimanên li cîhanê tên axaftin nirxeke hevpar a dîroka mirovahiyê ne. Divê mirov bi zimanê xwe biaxivin, perwerdeyê bibînin, jiyan û çanda xwe bidomînin. Bi pirdengîya zimanî û çandî, civak dê karibin bi hev re di nav aştiyê de û azad bijîn.   Astengî û zehmetiyên li hember ziman   Her çiqas li Tirkiyeyê gelek ziman hebin jî, dersên ji bilî zimanê Tirkî, encax bi saya namedora zimanê bijarte ya ku sala 2012'an hat weşandin, ji pola 5’emîn dest pê dikin û wekî dersên hilbijartî tên dayîn. Veqetandina zarokekî ji zimanê dayikê heta pola 5'emîn a dibistana seretayî û bi zordari gihandina zanistî, hunerî, çandî û perwerdehiya bi zimanê fermî hem tê wateya binpêkirina mafên zarokan û hem jî lihevketin û perçekirina pedagojik a cihana giyanî, civakî û hestyarên zarokan; û ev yek li dijî rêgeza sûdwergirtina bilind a zarokan e. Li gel ku verastkirina li ser hînkirina ziman û zaravayên cuda wek dersên hilbijartî, ji aliyê çareserkirina vê meselê de ne têrker e jî, bi astengî û zehmetiyên ku mirov di pratîkê de rûbirû dibe, perwerdehiya bi vî rengî jî hema beje ne mumkin bûye. Bi zehmetiyên wekî kêm tayînkirina mamosteyan, xwesteka hebûna herî kêm 10 xwendekaran di polekê de yên ku dersa ziman hildibijêrin, nebûna alav û amûrên perwerdeyê û pirtûkên dersên ziman, sûdgirtina ji vî mafê jixwe sînorkirî dijwartir dike. Di demên hilbijartina dersan de, rêveberiyên dibistanan, zarok û dê û bavên wan di derheqê dersên ziman de agahdar nakin û zarokan berhêlî dersên din (bi piranî dersên olî) dikin; ev yek bi xwe jî pirsgirekeke girîng e. Her wiha endîşeya malbat û zarokan a rubirûbûna cudakarîyê û dûrxistina civakî, roleke neyînî li ser daxwazên perwerdeya bi zimanê dayikê dilîze.   Mafê perwerdeyê divê bê parastin    Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî û avakirina aşitiyeke civakî, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê gelek girîng e. Ji ber vê yekê jî, mafê perwerdeya bi ziman û zaravayên Kurdî di bin ewlehiya makeqanûnî û qanûnî de be, ji bo çareserkirina vê mesele, ev dê bibe tevkariyek mezin. Her çiqas dewlet di warê zimanê Kurdî de, gavên wek TRT Kurdî (TRT&), mafê hilbijartina dersên bi zimanê Kurdî avêtibe jî, ev têra naskirineke bi ser û ber a mafên zimanî nake. Ligel van gavan, bikaranîna zimanê Kurdî di gelek qadên jiyanê de hîna jî bi astengkirin û fişarên giran rûbirû dibe. Şano, sînema, konser û çalakiyên çandî û yên bi vî rengî, bi taybetî bi gelek biryarên îdarî tên qedexe kirin. Rêveberên girtîgehan dest datînin ser pirtûk û nameyên bi zimanê Kurdî yên kû mirov dişînin girtîgehan. Navê sikak û kolanan, navê cî û waran ên bi zimanê Kurdî ji aliyê meqamên îdarî ve tên qedexekirin.   Mafêkî herî xwezayî yê   'Pêvajo”ya ku ji salekê zêdetir e berdewam e, her çiqas ji aliyê dewletê ve bi hawakî cuda tên pênasekirin jî, ji aliyê Kurdan ve bûye sedema bendewariyeke mafdar. Yek ji van bendewariyan a herî girîng, naskirina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî ye. Em bangî dewleta Komara Tirkiyê dikin da ku, ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî, sazkirina makeqanunî û qanûnî bi lezgînî bicih bîne; ev yek perçeyek ji berpirsiyariya çareserkirina meseleya Kurdî ye. Ji xeynî vê jî, divê dewlet, di serî de bertekên ku li ser xalên 17, 29 û 30 ên Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî daniye û her wiha îhtirazên li ser xalên ku di belgeyên mafên mirovan ên gerdûnî yên ku ew îmze kiriye e û rê dide hînkirin û parastina nirxên cuda yên ziman, çand û baweriyên cuda, demildest rake. Ji bo ku di warê perwerdeyê de ji bo jîngehek wekhev û azadîxwaz were peyda kirin, divê dewlet beşdarî 'Peymana Dijî Cûdakarîya Di Perwerdehiyê de' ya NY-INESCO’yê bibe û şert û mercên peymanê bicih bîne.   Bi wesîleya pîroz kirina salvegera Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê, em wek Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz dikin; û herwiha daxwaz dikin ku mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ku mafêkî herî xwezayî yê ji bo her kesî demildest bê bicih anîn û herkes karibe bi zimanê xwe, bi cihanê rê têkilî deyne.   Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Pîroz Be!"