Li Ayvalikê cenazeyê jinekê hate dîtin 2026-02-17 10:13:38   BALIKESÎR - Li navçeya Ayvalikê cenazeyê jinekê li qeraxa behrê hate dîtin.    Li Plaja Sarimsakli ya navçeya Ayvalik a Balikesîrê cenazeyê jinekê hate dîtin. Piştî agahdarkirinê, komên cendirme û tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin.    Piştî mudaxileya ewil a koman, cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Ayvalikê.    Di nirxandina ewil a têkildarî bûyerê de hate gotin ku cenaze, aydê jineke penaber a dixwest derbasî Girava Mîdîlliyê bibe ye. Lêkolîna ji bo tespîtkirina nasnameyê û sedema teqez a mirinê didome.