Meşa Colemêrgê: Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li Ocalan e 2026-02-02 13:33:00 COLEMÊRG - Neslihan Şedal di meşek li dijî êrîşên li ser Rojava de axivî û got, "Dixwazin ku di navbera gelên Rojhilata Navîn de şerekî derxînin. Lê Birêz Abdullah Öcalan, mîmarê paradîgmaya neteweya demokratîk, bersiva pêwîst daye wan. Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li Ocalan e."   Li Colemêrgê, di bin pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) de bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî! Rojava azadî ye" meşek li dijî êrîşên li ser Rojava hate lidarxistin. Bi hezaran kes li ber avahiya bajêr a Colemêrgê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kom bûn û bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" ber bi navenda bajêr ve meşiyan.   Di meşê de, pankartek bi porê honandî hate hildan ku li ser wê nivîsîbû "Porê me berxwedan e! Em ê nehêlin dagirker bikevin Rojava! Bijî berxwedana Rojava" û "Me dît ku berxwedan çawa ber bi serketinê ve diçe", her wiha pankartên bi nivîsên "Soza me dê çalakiya me be", û "Ger Rojava bikeve, mirovahî dikeve, Bijî Rojava" hatin hilgirtin.   Di meşa ku ji hêla jinan ve dihat birêvebirin, gelek caran dirûşmên wekî "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin. Piştî meşê, kêliyek rêz hate girtin û daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji hêla Hevşaredara  Bajarê Mezin a Wanê  Neslîhan Şedal ku li şûna wê qeyûmek hat tayînkirin ve hat dayîn.    Komploya Navneteweyî   Neslihan Şedal berxwedana gelê Rojava silav kir û got, "Wekî ku em hemû bi rojan e dişopînin, komployek qirêj a navneteweyî li dijî gelê Kurd tê kirin. Yên ku hewl didin li Parîsê sedsalek nû ji bo Kurdan amade bikin, bi zihniyeta DAIŞ'ê li ser maseyê tevdigerin. Çawa ku zihniyeta DAIŞ'ê li Rojava têk çû, zihniyeta hêzên serdest ên li ser maseyê jî wê têk biçe. Sed sal berê, hewl hat dayîn ku çarenûsek ji bo me Kurdan were xêzkirin û Kurdistan bû çar parçe. Dihat fikirîn ku bi vê parçekirinê, gelê Kurd dê bi sînoran ve were sînordarkirin, ku ew ê ziman û nasnameya xwe ji bîr bikin. Lê gelê Kurd winda nebû. Îro, gelê Kurd bi mîlyonan ji bo ziman, nasname û hebûna xwe radiweste. Bila ew kesên ku hewl didin bi komployekê bi rêya HTS'ê Kurdan ji holê rakin bizanin ku em ê tu carî winda nebin. Bijî yekîtiya Kurdan!"   Peyman   Neslihan Şedal behsa peymana ku di navbera HSD û HTŞê de hatiye îmzekirin kir û got, "Erê, peymanek hat îmzekirin Û destkeftiyek bi bedelên giran hatiye avakirin. Ji bo ku em bi ziman û çanda xwe bijîn, bedelên pir giran hatin dayîn û em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku peymana îmzekirî were bicîhanîn. Em soz didin şehîdên şoreşa Rojava, zarokên ku ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dane; em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku Rojava azad bibe. Di dawiyê de, ez dixwazim bangek li gelê Kurd bikim; divê em, wekî gelê Kurd, yekgirtî bin. Ger em yekgirtî bin, kes nikare me têk bibe."   Paşê Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkun Parlak mafê axaftinê girt û tekez kir ku peymana ku hatiye îmzekirin bi saya berxwedana gelê Kurd pêk hatiye.