Karavana Gelan: Hêviya ji Rojava bilind bû dê li cîhanê belav bibe 2026-01-31 12:32:39   RIHA - Ciwanên enternasyonalîst ên di Karavana  Gelan de ku ji bo piştgiriya Rojava ji Ewropayê derketin rê, diyar kirin ku ew ê tevî binçavkirinê jî hêviya ku ji Rojava bilind dibe bigihînin cîhanê û diyar kirin ku wan bi taybetî ji berxwedana jinên ciwan îlham girtine.   Ciwanên enternasyonalîst ên di nav Karvana Gelan de,ku ji welatên Ewropayê li dijî êrîşên li ser Rojava derketin rê, di rêwîtiya vegerê de li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê hatin girtin. Ciwan ji bo dersînorkirinê birin Navenda Vegerandinê ya Rêveberiya Koçberiyê ya Bajarê Rihayê. Dema ku li Pirsûsê bûn, ciwanan diyar kirin ku ew mafê çarenûsa gelê Kurd diparêzin û ew li kêleka vê têkoşînê ne.   'Şoreşa Rojava Şoreşa Me ye jî''   Shannon Vanessa, ku ji bo hevgirtinê ji Essen a Almanya hat Pirsûsê, diyar kir ku ew bi Karavana Gelan a ji Ewropayê hatine û dixwazin bi gelê Kurd re werin cem hev da ku jiyana demokratîk li dijî şer biparêzin. Shannon Vanessa diyar kir ku ew li dijî Îslamîzma radîkal li ber xwe didin û bi gelê Kurd re jiyanek xweser diparêzin û got, "Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne bi tenê ye. Li çaraliyê cîhanê mirov hene ku bi gelê Kurd re radiwestin. Şoreşa Rojava jî şoreşa me ye."   'Divê mirov ji ber berjewendiyên pergalan neyên parçekirin'   Caro Sommer ku ji Leipzig a Almanya hat, diyar kir ku ew ji Leipzig tevlî karavanê bûye û dixwaze bi qasî ku pêkan nêzîkî Kobanî be. Caro Sommer got ku armanca wan ew e ku hêviya ku jinên ciwan ên li Rojava dane wan bigihînin her goşeyek cîhanê û ew dixwazin di demên dijwar de li kêleka hêvî û berxwedanê bisekinin û got, "Şoreşa Rojava di heman demê de şoreşa me ye jî."   'Tevgera Azadiya Kurd êzê dide'   Patrick Thirlwell ku ji Îngilîstanê ye jî diyar kir ku ew enternasyonalîst e û bawer dike ku divê hemû mirovahî bi hev re li dijî faşîzmê şer bike. WPatrîck Thirlwell got ku Rojava û Tevgera Azadiya Kurd yek ji mînakên herî zêde hêzê  ên cîhanê ne û ew  ji bo ku hevgirtin û piştgiriya çalak nîşan bide li wê ye. Patrick ThirlwellWî wiha got, "Ev rêwîtî dişibe hevgirtina enternasyonalîst a di dema Şerê Navxweyî yê Spanyayê de.   Ciwanek din a enternasyonalîst Magda, diyar kir ku ew êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qebûl nakin û nirxên şoreşa Rojava ne tenê ji bo gelên herêmê, di heman demê de ji bo pêşeroja hemû mirovahiyê jî girîng in. Wê rave kir ku ji ber vê yekê wan biryar da ku werin Kobanî, û hêviya xwe anî ziman ku ev pergala demokratîk ku mirov dikarin bi hev re bijîn, li Sûriyeyê û cîhanê belav bibe.   'Heta ku hûn dev jê bernedin, em jî dev jê bernadin'   Maya Zoma jÎ diyar kir ku hevgirtina navneteweyî li dijî êrîşên li ser Rojava sînor derbas kiriye û got ku ew ji bo nîşandana hevgirtinê û berpirsiyariyê li wir in. Maya Zoma, tekez kir ku tiştê li Rojava diqewime jî beşek ji rastiya li Ewropayê ye û diyar kir ku ew ji berxwedana li Kobanî pir bandor bûne. Maya Zoma got, "Çawa ku we dev ji têkoşînê bernedaye, em jî dev jê bernadin. Em li vir bi we re ne û em ê van gotinan bi dengekî bilind biqîrin."