Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên ji bo Rojava 2026-01-30 22:08:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Kurdistana Federe ji bo rojavayê daket qadan û peyama berxwedan û têkoşînê da.   Gelê Herêma Kurdistana Federe, ji bo portestokirina êrişn HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser Rojavayê, daketin qadan.   Hewlêr   Bi hezaran welatiyên Hewlêrê ku daketin qadan piştgiriyeke xurt dan Rojavayê Kurdistanê. Li Hewlêrê bi hezaran welatiyên li pêşiya Kelha Hewlêrê li hev kom bûn piştgirî dan berxwedana Rojavayê Kurdistanê. Di meşê de bê navber dirûşma ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Yeke Yeke Yeke Kurdistan Yeke’ û ‘Rojava Rojhilat, Kurdistan Yek Welate’ hatin qîrkirin.   Kerkûk   Welatiyên Kerkûkê ku daketin qadan bi meşeke girseyî piştevaniya xwe ya ji bo berxwedana Rojavayê anî ziman. Çalakî li Taxa Serçinar pêk hat û piştî girse kom bû, meşeke girseyî hat lidarxistin. Di meşê de bênavber dirûşmên dilsoziya bi Rojavayê re hatin berzkirin. Di meşê de bênavber dirûşmeya "Rojava ne bi tenê ye, Kerkûk li pişte" û "Yeke Yeke Yeke Gelê Kurd Yeke" hat berzkirin.   Di çalakiyê de sirûdên neteweyî hatin gotin.   Germiyan   Li sînorê Germiyan xelkê herêmê daketin qadan û bi meşeke girseyî piştgiriya xwe ya ji bo Berxwedana Rojavayê dan nîşandan. Di meşê de bênavber dirûşmeya "Bijî Berxwedana Rojavayê" û "Yeke Yeke Gelê Kurd Yeke" hatin berzkirin.   Di meşê de welatiyê bi navê Şaho Îbrahîm ji Rojnewsê re axivî û got: “Ev meş peyameke mezine ji bo hêzên navneteweyî. Ji bo her welatekê peyameke ku yên bixwazin êrişî welatê me bike.” Şaho Îbrahîm diyar kir ku ew ne tenê bi meşê bi gelek çalakiyên cuda yên komkirina alîkariyê piştgirî dane gelê Rojavayê.   Şaho Îbrahîm got: “Niha dem dema Kurdane, kolan ya Kurdan e. Kolan ji hestê netewî tije bûye. Ewropa gihişte wê yekê Kurd gihiştine qonaxa yekîtiyê. Di dîrokê de bi qasî niha Kurd nêzî yekîtiyê nebûye.”   Binarê Qendîl   Li navçeya Koye û Derekotir a Binarê Qendîlê îro ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê û şermezarkirina êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, meşên girseyî hatin lidarxistin. Di meşên girseyî de dirûşmeyên neteweyî hatin berzkirin û tekezî bi wê yekê hat kirin ku parastina deskeftiyên Rojavayê Kurdistanê erkekî neteweyî yê tevayî gelê Kurd e û gelê Kurd piştgiriya hev dike.   Her wisa li Derekotir a Binarê Qendîlê jî meşek hat lidarxistin û di meşê de dirûşmeyên "Qendîl û Rojava Yek Xwîn û Yek Can e" hatin berzkirin. Di meşê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku pêşî li êrişên bi armanca qirkirina gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bigirin.   Di meşê de tekezî bi wê yekê hat kirin ku xelkê Qeladizê Rojavayê bi tenê nahêle û wê heta serkeftinê piştgiriya wê bikin.   Rewandiz   Xelkê navçeya Rewandizê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve bi armanca şermezarkirina êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, bêdengiya navneteweyî û her wisa ji bo piştgiriya berxwedana rûmetê ya gel û şervanên Rojavayê Kurdistanê îro daket qadan. Di meşa girseyî ya xelkê Rewandizê de dirûşmeyên netewî û piştgiriya ji Rojavayê re hatin berzkirin. Beşdarên çalakiyê destnîşan kirin ku sînorên çêkirî nikarin rê li ber yekîtiya gelê Kurd bigirin û xwestin ku şer bi dawî bibe û destkeftiyên sîstema Rêveberiya Xweser li Rojava werin parastin.   Çalakvanê navçeyê Rehman Sedir girîngiya helwesta yekdeng ya gelê Kurd û dostên wê bi van gotinan rave kir: “Ev mîtîng, xwepêşandan û çalakiyên girseyê dê lobiyek bihêz bafirînin da ku civaka navnetewî fêm bike û bizanin ku tu Kurd li beramberî êşa parçeyek ji Kurdistanê bêdeng namîne. Ji ber ku êş û keyfxweşiya Kurdan yeke.”   Her wisa ji beşdarên meşê, Mamostayê Olî Kosret Banî jî wiha got: “Em Kurd ji destpêka derketina Îslamê ve Misilmanin û me Kurdayetî jî kiriye. Divê tu welatek hewl nede ku netewa me bi navê olê tune bike.”   Seyîdsadiq   Bi tevlîbûna hemû beşên civakê li navçeya Seyîdsadiq ya ser bi Silêmaniyê meşeke girseyî ya ji bo piştevaniya Rojavayê hat lidarxistin. Di meşê de bê navber dirûşmên "Yeke Yeke Gelê Kurd Yeke" û "Bijî Berxwedana Gelê Rojava" hatin berzkirin.   Di meşê de daxuyanî ji aliyê Piştîwan Mihemed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Di dîrokê de tim desthilatdaran zilm li gelê Kurd kiriye û ji mafê xwe hatiye bêparkirin. Piştî ewqas xwîna xort û kêçên hatin rijandin desthilata Colanî li şûna rêz li vê bigire êriş daye destpêkirin. Dixwaze dagir bike. Li gel vê jî hêzên hevpeyman pişta xwe careke din da Kurdan. Emê bi xwîna xort û keçên xwe xaka xwe biparêzin. Em li Başûrê Kurdistanê piştgiriya berxwedana Rojava dikin. Dijminê me wê bişkê, emê cejna serketinê pîroz bikin.”