HRANA: Li Îranê di 33 rojan de herî kêm 6 hezar û 92 kes hatin qetilkirin 2026-01-30 12:29:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Human Rights Activists News Agency (HRANA) ragihand ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di 33 rojan de herî kêm 6 hezar û 92 kes hatin qetilkirin.   Li gorî raporê, di dema protestoyan de herî kêm 6 hezar û 92 xwepêşander ku 118 zarok jî di nav de, jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku giştî hejmara miriyan jî gihiştiye 6 hezar û 479’an.   Li gorî daneyên HRANA’yê di protestoyan de 11 hezar û 20 kes bi giranî birîndar bûn. Her wiha hate destnîşankirin ku hîna mirina 17 hezar û 91 kesan di qonaxa lêpirsînê de ye. Di raporê de hate ragihandin ku dîmenê 281 kesan bi zorê di bin navê “îtîrafê” de hatiye girtin û ev dîmen di televîzyonên dewletê de hatine parvekirin. Hat diyarkirin ku derbarê 11 hezar û 27 kesan jî lêpirsîn hatiye vekirin û ji bo îfade dayînê hatine gazîkirin.   Di raporê de hate bilêvkirin ku tevî protestoyên li kolanan hinekî kêm bûne jî binçavkirin û girtin dewam dike. Hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de li bajarên Dezful, Yezd, Borujen, Borujerd û Nur herî kêm 706 kes hatine binçavkirin. Polîsên Ewlehiya Civakî ya FARAJA ragihand ku ji 28’ê Kanûnê û vir ve li seranserî welêt 327 xwepêşander hatine girtin, Midûriyeta Îstixbarata Eyaleta Hormozgan jî diyar kir ku ji ber protestoyan 65 kes hatine binçavkirin.   Di rapora HRANA de hate destnîşankirin ku rejîm birîndarên ku tedawî dibînin jî hedef digire. Li gorî vê, li nexweşxaneyeke çavan a taybet a li Tehranê, gelek xwepêşanderên birîndar tedawî dîtin.