Pankartên 'Jin Jiyan Azadî' li ser avahiyên şaredariyan hatin daliqandin 2026-01-28 14:48:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Pankartên bi slogana "Jin Jiyan Azadî" li ser avahiyên şaredariyên li Serhat, Amed û bajarên derdorê hatin daliqandin.   Wekî bersiva li dijî êrîşên HTŞ, DAIŞ û çeteyên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin, pankartên mezin bi slogana "Jin Jiyan Azadî" li ser avahiyên xizmetê yên şaredariyên di bin banê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hatin daliqandin. Bikaranîna motîfên porê honandî yên li ser pankartan balkêş bû.