'Heman zîhniyet dixwaze kurdên li Rojava û Rojhilat ji holê rake' 2026-01-28 09:07:13     Oznûr Deger   WAN - Berdevka çapemeniyê ya PJAK’ê Gelawêj Ewrîn geşedanên dawî yên li Îran û Rojhilat nirxand û got komkujiya hatiye jiyîn ji texmînan zêdetir e û got: “Dewlet li hinek mirovan digere û dibêje ‘hûn pere neynin em cenazeyê we nadin’. Li gorî agahiyên me girtine di du şevan de li her bajarekî ji 2 hezarî zêdetir kes hatine qetilkirin. Tê gotin ku ji ser 50 hezarî zêdetir kes hatine qetilkirin."   Bi pêşengiya DYA û Israîlê hewl tê dayin ku pêşî li pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin bê girtin û li Rojhilata Navîn kaosê didomînin. Ligel êrîşa HTŞ û çeteyên paramîlîter ên bi piştgiriya Tirkiyeyê yên li ser Rojava, êrîşên rejîma mola ya Îranê ya li ser gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê, kaosa giran nîşan dide.   Bandora çalakiyên ‘Jin Jiyan Azadî’ yên piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî ya di 16’ê Îlona 2022’yan de pêk hat hîna didomin û ji 28’ê Kanûna 2025’an heta niha jî gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî windabûna nirxê pere li kolanan e û li berxwe didin. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafê Mirovan a Îranê (HRAMA) heta niha 5 hezar û 848 kesî di çalakiyan de jiyana xwe ji dest dane û 41 hezar û 283 jî hatiye binçavkirin.   Berdevka Çapemeniya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Gelawêj Ewrîn der barê geşedanan de ji ajansa me re axivî.   ‘Polîtîkaya îmha û înkarê ya sedsalî di dewrê de ye’   Gelawêj Ewrîn di destpêkê de bal kişand ser êrîşên li ser Rojava û got li hember Rojava û Rojhilat polîtîkaya qirkirina gelan di dewrê de ye û wiha got: “Zîhniyeta ku li ser îmha û înkara Kurdan xwe ava kiriye li Rojava û Rojhlat polîtîkaya tunekirina Kurdan xistiye dewrê. Ev êrîşa wan bi ser keve wê hemû gelên Rojhilata Navî bikevin xetereyê. Ji ber vê ewil êrîşî Kurdan dikin. Em hîna jî nizanin çend Kurd hatine qetilkirin. Niha êrîşên tên kirin yên tunekirinê ne. Polîtîkaya tunekirina Kurdan di dewrê de ye. Polîtîkaya îmha û înkarê di dewrê de ye.”   ‘Kurd li berxwe didin’   Gelawêj Ewrîn daxuyakirin ku Kurd ne Kurdên berê ne li dijî êrîşan li berxwe didin û wiha pê de çû: “Me ev bi zelalî li Rojav dît. Bertekên cidî di rayagiştî de li dijî êrîşan heye. Lê bertekên dewletan ji bo Kurdan fêdeya wê tuneye. Bertekên gelên cuda girîng in. 50 sal berê ev bertek tunebûn. Mînak di 1988’an de dema komkujiya Halepçeyê çêbû cîhan bêdeng bû. 5 hezar kes hatin qetilkirin. Ji ber vê jî berteka rayagiştî ya îro cuda ye. Rêber Apo digot Kurd hîna di bin lepê qirkirinê de ne. Nêzîkatiya hêzên global û herêmî li hember Kurdan neguherî. Taybetiya ku Kurdan ji gelên din cuda dikeve ev e; her tim li berxwe didin û têdikoşin. Kurdan li Rojava li dijî DAIŞ’ê têkoşînek mezin dît. Hemû cîhanê têkoşîna jinan dît. Şoreşa Rojava berhema fikr û felsefeya Rêber Apo ye. Li Rojava jiyanek azad a mezin hat avakirin. Niha Kobanê di bin dorpêçê de ye û tevî vê li berxwe dide. Ev hemû divê ji felsefeya Rêber Apo cuda neyên destgirtin.”   ‘Ev êrîş li dijî xeta azadiya jinan a Rêber Apo ye’   Gelawêj Ewrîn bal kişand ser çanda berxwedana li Rojava û wiha anî ziman: “Felsefeya Rêber Apo di 14 salan de li Rojava şîn nebûye, ev felsefe xwe dispêre 30 sal berê. Rêber Apo bi salan li wir ma, kedek mezin da. Gelên wir bi Rêber Apo mezin bû. Ji felsefeya wî îlham girt. Ev çanda berxwedan û têkoşînê ji wir tê. Mijara esas ev e çima êrîşên Rojava dikin? Hêzên din û sermayedar ji pêşengiya jinan ditirisin. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Jin li vir pêşengên jiyana komunal siyasî ne. Ji leşkerî heta aboriyê jin pêşeng in. Ev ji bo cîhanê mînak e. Ji ber vê jî vê wek xetere dibînin. Ev şer li dijî xeta azadiya jinê ya ku Rêber Apo tê de israr dike ye.”   ‘Ji ser Rêber Apo êrîş hene’   Gelawêj Ewrîn balkişand ser provakasyonên li dijî Rojava û got divê li dijî vê baldarî hebe û wiha domand: “Çalakiyên li her çar alî cîhanê û Ewropayê rewşeke xurt derxistiye holê. Hinek hêz dixwazin vê pêvajoyê tehrîk bikin. Di vê pêvajoyê de Rêberê Gelê Kurd hedef tê girtin. Êrîşên mezin li ser Rêber Apo hene. Nîqaşên ku Rêber Apo bi komîsyona meclîsê re kiribûn di rayagiştî de hat parvekirin. Biryar hat girtin ku ev girtek 10 salan neyên parvekirin. Gelo wisa be çima hatin parvekirin? Dewleta Tirk a êrîşê me dike çima gavên provakatîf davêje. Di serî de çapemeniya azad divê em her yek li dijî van êrîşan bin. Rêber Apo gotina ‘Rojava xeta me ya sor e’ bikar anî. Rêber Apo ji sekna xwe ya Rojava tawîz neda, serî netewand. Ji ber vê êrîşî Rojava kirin. Divê tu kes neyê provakasyonan. Di vê mijarê de rola çapemeniyê girîng e.”   ‘Ji ser 50 hezarî zêdetir mirov hatine qetilkirin’   Gelawêj Ewrîn li ser êrîşa HTŞ’ê ya li hember jinan û birîna porê şervaneke jin a YPJ’ê jî sekinî û wiha daxuyand: “Li Rojhilat jî tiştên pir xerab hatin jiyîn. Rejîm li Rojhilat êrîşên hovane dimeşîne. Hîna ne diyar e lê tê gotin ku ji 50 hezarî zêdetir kes hatine qetilkirin. Ji ber porê Jîna Emînî xuya kir hat qetilkirin. Zîhniyeta Jîna Emînî qetil kir niha li Rojava ye. Jinên Kurd bersiveke zelal da wan. Bi qetilkirina Jîna Emînî re şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ pêk hat. Ev dirûşme dirûşmeya Rêber Apo ye û jinên Rojhilat li alî vê tercîha xwe kirin. Vê dirûşmeyê hîmên şoreşa jinê avêt. Bedelên şoreşê giran bûn. Gelên cîhanê dizanin ku ne tenê Kurd tên qetilkirin. Em behsa qetilkirina gelek gelan dikin. Ji ber vê helwesta navneteweyî girîng e. Niyeta li Rojhilat û Îranê dixwaze pêşî li yekitiya gelan bigire.”   ‘Bi fetwayan destûra qetilkirinan hat dayîn’   Gelawêj Ewrîn diyar kir ku rejîma Îranê dixwaze pêşî li şoreşa jinan bigire û wiha bi lêv kir: “Şoreşa ‘jin jiyan azadî’ rejîma Îranê hejand. Rejîm bi zor xwe li ser piyan digire. Ji bo pêşî li berxwedanê bigire komkujiyan dike. Li Îranê înternet hatin birîn. Pêvajoyên dijwar tên jiyîn. Bi şev derketina kolanan qedexe ye. Gel nikare biçe hewcedariyên xwe bigirin. Rewşa şer serdest e. Gelek kesên ku cenazeyên xwe nas nakin, nikarin bigirin hene. Dewlet li hinek malbatan digere û dibêje ‘hûn pere neynin em cenazeyan nadin we’. Yanî bi pere cezaneyan didin. Di vê krîza aborî de ji gel pere tê xwestin. Li gorî agahiyan di du şevan de li her bajarî ji 2 hezarî zêdetir kes hatine qetilkirin. Cenaze hemû avêtine ser hev. Hêzên derve sê meymûnan dilîze. Ji bo berjwendiyên xwe mudaxale dikin berjewendî tunebin mudaxale nakin. Sermayedar wek Colanî dimeşin.”   ‘Ji texmînên me wêdetir komkujî hatine jiyîn’   Gelawêj Ewrîn nirxandina xwe wiha domand: “Li vir komkujiyên mezin hatin jiyîn. Ji texmînên me mezintir hatin jiyîn. Gel niha li vir wek girtiyên di zindanan de ne. Ne telefon, ne înternet, ligel vê rewşa aborî pir xerab e. Gel ji bo cenazeyên xwe bigirin li berxwe didin. Gelê Îranê li dijî zîhniyeta çavsor serhildanê baş dizane.”   ‘Divê şîn li dijî zîhniyeta qirêj veguhere nefretê’   Gelawêj Ewrîn balkişand ser nêrînên şaş ên bi gel re ava dibin û wiha bidawî kir: “Hinek dibêjin dewlet hebûna wê me ev nejiyabana. Lê dewleta Îranê heye dewleteke pir mezin e. Lê me dît çi anî serê gel. Ji ser vê êrîşê nirxên Kurdan kirin ne rast e. Gelê Îranê, gelê Rojava û Kurd wê çawa bijîn? Ya girîng ev e. Wê jin çawa li berxwe bidin. Divê parastina rewa çawa be. Ya ku serdestan ditirsîne fikrên me ne. Em xwedî felsefeya azadiyê ne. Ev girîng e. Divê em rêgezên demokrasiyê biaxivin. Azadî wisa pêş dikeve. Birînên gelê Îranê hîna nehatine kewandin. Lê her êşa nakuje hîn xurtir dike. Şîn têr nake. Ev ne çaresrî ye. Şîn azadiyê nayne. Divê şîn li dijî zîhniyeta qirêj veguhere nefretê.”