Ciwanên Enternasyonalîst piştgirî dan Rojava 2026-01-25 12:24:14   AMED - Ciwanên enternasyonalîst, li ber Rêxistina Bajêr a Amedê ya DEM Partiyê, banga hevgirtinê li dijî êrîşên li ser Rojava kirin û bal kişandin ser berpirsiyariya navneteweyî.   Ciwanên enternasyonalîst li ber Rêxistina Bajêr a Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) derbarê êrîşên li ser Rojava de civîneke çapemeniyê li dar xistin. Rêxistina bajêr a DEM Partiyê, Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê û ciwanên enternasyonalîst beşdarî daxuyaniyê bûn. Ciwanan pankartên bi nivîsên "Ciwan nobedarê şoreşa Rojava ne" û "Ciwan ji bo Rojava bibin yek" hilgirtin.    Daxuyanî bi du zimanan, Kurdî û Îngilîzî hate xwendin. Metna Kurdî ji hêla Berfîn Erdemîr, endama Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê û ya Îngilîzî jî ji hêla Lea Hobbiebrunken ve hate xwendin.   Temamiya daxuyaniyê wiha ye:   "Wek ciwanên enternasyonalîst ji rêxistinên ciwanan ên cuda yên li Almanyayê, em wekî şandeyek hatine Amedê da ku hevgirtina xwe bi berxwedana ji Rojava re diyar bikin. Em li Bakurê Kurdistanê ne da ku beşdarî xwepêşandanên ciwanan bibin. Di 6'ê Çileyê de, HTŞ'ê êrîşeke nû ya mezin li dijî herêmên xwerêveberiyê yên li Helebê da destpêkirin. Ev yek destpêka êrîşeke berfireh û bi plansaziya navneteweyî li dijî Rêveberiya Xweser a demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Ji hingê ve, milîsên cîhadîst ên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne fînansekirin êrîşî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û bi hezaran çekdarên DAIŞ'ê ji zindanan azad kirine. Niha, milîsên cîhadîst û artêşa Tirkiyeyê Kobanî dorpêç kirine û ber bi bajarê Cizirê ve pêş ve diçin. Rewşa mirovî li van herêman her ku diçe karesatbar dibe. Li Kobanî, av, elektrîk û xwarin ji mirovan qut bûye. Şeva borî herî kêm pênc zarok ji ber sermayê mirin. Tiştê ku em li vir dibînin ne tenê kampanyayeke wêrankirinê ya çeteyên cîhadîst an dewleta Tirkiyeyê ye, lê belê hewldaneke navneteweyî ye ku Rêveberiya Xweser a demokratîk û destkeftiyên wê hilweşîne.    Bi dehsalan e, serdesten herêma Rojhilata Navîn, Dewletên Yekbûyî û Ewropayê ji bo bandor û serdestiya îdeolojîk li herêmê şer dikin.   Bi dehan sal in, Rojava û berî her tiştî Amerika hewl didin ku hêz û bandora xwe li herêmê zêde bikin. Ew amade ne ku ji bo rêyên bazirganiyê yên kurttir, çavkaniyan, an jî dersînorkirinên hêsankirî li ser cenazeyan bimeşin. Hemû hikûmetên Rojavayî berpirsiyariya komkujiyên ku niha li herêma xwerêveber a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê têne kirin parve dikin. Ev yek Almanya jî di nav de ye. Ji ber vê yekê em li vir in.    Navneteweyîbûn wekî bingeha têkoşîna ji bo jiyaneke azad li çaraliyê cîhanê ne tenê gotinek e, lê pratîkek e ku divê em berpirsiyariya wê bigirin ser xwe. Wekî ciwanên ji Elmanyayê, em wê wekî berpirsiyariya xwe dibînin ku em xwerêxistinkirina demokratîk biparêzin.   Rojava şoreşa serdema me ye, ku alternatîfek ji bo pergala îstismarkar û nemirovane ya kapîtalîzmê pêşkêş dike. Tiştê ku divê em niha li Rojava biparêzin ne tenê herêm e. Ew bêtir li ser parastina ramana Sosyalîzmê û bi taybetî paradîgmaya Rêber Apo (Birêz Ocalan) e ku em wekî mînakek ji bo rizgariya gelan dibînin.   Em wekî şandeyek azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin. Mafê wî yê bêdawî yê beşdarbûna vê pêvajoyê ji bo serkeftina vê pevajoye pêwîst e. Û berxwedanek derdikeve holê! Gelê Rojava ji bo parastina ax û şoreşa xwe, xwe birêxistin dike  û em li kêleka wan disekinin. Ev careke din wekî ciwanên demokratîk nîşanî me dide ku tenê enternasyonalîzma ji jêr ve, hevgirtina me bi hev re, dikare li dijî şeran derkeve û aştiyê bîne. Em ê vê peyamê ji Ewropayê bigihînin Rojava. Tu sînor nikare me rawestîne!    Bijî Berxwedana Rojava!    Bijî hevgirtina navneteweyî!    Serkeftin an Serkeftin! "