Li Atînayê ciwan ji bo Rojava meşiyan 2026-01-24 00:54:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên Kurd ên ku li Atinayê li dijî dorpêç û gefa komkujiyê ya li ser Rojava daketin qadan, tevî meşale û fîşekên hewayî ber bi parlamentoyê ve meşiyan û peyamên piştevaniyê ji bo berxwedana Rojava dan.   Ciwanên Kurd li paytexta Yewnanîstan Atinayê, li dijî êrîşên li ser Rojava bi meşaleyan meşiyan.Ciwanên li Qada Monastirakî li hev civiyan, li ser kolana herî qelebalix ê Atinayê Ermou meşiyan û gihîştin pêşiya Parlamentoya Yewnanîstanê. Di meşê de bertek nîşanî êrîşên li ser Rojava hate dayîn.   Her wiha çalakiyê de hate destnîşankirin ku Kobanê bi temamî di bin dorpêç de ye û înternet, av û elektirîk tên qutkirin. Têkoşîna gel a li ser binegeha xweparastinnê hat silavkirin. Ciwanan piştgirî dan berxwedana gel a şoreşgerî.   Ciwan demek dirêj li pêşiya Parlamentoyê man û çalakiya xwe bi dawî kirin