Jinên Ereb tevli berxwedanê bûn 2026-01-23 23:04:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrîşên HTŞ, DAIŞ û çeteyên girêdayê Tirkiyeyê jinên Ereb tevli berxwedanê bûn.   Li dijî  êrîşên HTŞ, DAIŞ û çeteyên girêdayê Tirkiyeyê, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve seferberî hatibû îlankirin û bi banvê re bi hezaran kes tevli berxwedanê bûn.   Jinên Ereb ên li Qamişloyê daxuyaniyek dan û tevli berxwedanê bûn. Jinan di daxuyaniyê de diyarkirin ku wê axa xwe biparêzin û her şert û mercî de berxwe bidin.