Li Koye ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hat destpê kirin 2026-01-22 13:47:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Koye ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê hate dest pê kirin, biryare hefteyek dewam bike û banga tevlîbûnê hate kirin.   Seferberiya ji bo Rojavayê Kurdistanê hatî destpê kirin, li seranserê Kurdistan û Ewrupayê bi çalakiyên cûda dewam dike.   Divê çarçoveyê de li navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê kampanyayek alîkarî komkirinê ji bo Rojavayê Kurdistanê hate dest pê kirin.   Yek ji pêşengên kampanyayê Arî Sabîr axivî û got: “Em weke welatiyên navçeya Koyeyê ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê didin dest pê kirin. Ev kampanya wê hefteyek bidome, em ê tevî pêdiviyên tenduristiyên weke derman ji bo Rojava kom bikin. Ji ber ku niha Rojava ji ber êrişan di rewşek zehmet deye.”   Arî bang li her kesê kir ku tevlî kampanyayê bibin, ji ber ku niha pêwîstiya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi alîkariya hemûyan heye.