Ji Amed heta Rojava: Em li gel jinên berxwedêr in 2026-01-21 13:26:39   AMED - TJA li ber ÇandAmedê li dijî êrîşên li ser Rojava daxuyaniyekê da û got: "Destkeftiyên jinan ên li dijî DAIŞ'ê li ber xwe didin di bin êrîşê de ne. Armanc, tunekirina azadiya jinan e. Ev êrîş qanûnên navneteweyî binpê dikin. Pêwîst e ku hiqûqa navneteweyî tedbîran bigire."   Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê li dijî êrîşên li Rojava daxuyaniyekê da. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bû û dirûşma "Jin jiyan azadî'. “Bijî berxwedana Rojava” û “Bi berxwedanê dê bi ser kevin" berz kirin.    Di daxuyaniyê de parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça axivî û got: "Li Rojava gel li ber xwe dide. Dê felsefeya 'Jin jiyan azadî" bi ser keve. Azadiya Birêz Ocalan azadiya Rojava ye. Em bang li her kesî dikin ku beşdarî mîtînga ku dê di 25'ê Çilê de bê lidarxistin bibin."   Seroka Komeleya Jinan a Rosa Zeynep Sîpçîk jî bal kişand ser êrişên li hemberî Rojava û wiha bi lêv kir: "Li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê mirov ji bo Rojava li ber xwe didin. Piştgiriya berxwedana Rojava tê wateya piştgiriya pêşerojê. Jinan li ber xwe dan û ew ê li ber xwe bidin."   Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî diyar kir ku divê xwedî li destkeftiyên Rojava bê derketin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em çareseriyek demokratîk û aştiyane dixwazin. Em ê li kêleka jinên ku li ber xwe didin bisekinin. Em bangî wan kesên ku bi Birêz Ocalan re danûstandinan dikin dikin: Dev ji lîstikên qirêj ên li Rojava berdin. Lîstikên ku hûn dilîzin dê we ber bi tariyê ve bibin."   Li ser navê hunermendên kurd Salîha Ayata axivî û wiha got: "Jiyana hevbeş li Rojava tê hedefgirtin. Jiyaneke pirçandî û pirzimanî hatiye avakirin. Jiyaneke ku cîhan wekî mînak digire, niha ji aliyê zîhniyeta dewleta înkarker û baviksalar ve tê hedefgirtin. Kurd û gelên din têgihîştina yekreng a ferzkirî qebûl nakin."   Hevseroka OHD'ê ya Amedê Zeynep Karayilan jî di daxuyaniyê de wiha axivî: "Li Rojava hewldanek dagirkirina Kurdistanê hatiye destpêkirin. Destkeftiyên jinan ên li dijî DAIŞ'ê li ber xwe didin di bin êrîşê de ne. Armanc tunekirina azadiya jinan e. Ev êrîş qanûnên navneteweyî binpê dikin. Pêwîst e ku hiqûqa navneteweyî tedbîran bigire."   Seroka Komeleya Lêkolîna Îslamî ya Mezopotamyayê Perva Onal jî diyar kir ku tiştên ku li Rojava diqewimin li dijî mirovatiyeyê.    Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata jî wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ev koma barbar ku ji qîrîna jinên Kurd ditirse, ji aliyê serdestan ve hatiye berdan. Ew kesên ku cenazeyê Deniz Çiya ji avahiyan avêtine, dê bi berxwedana jinên Kurd re rû bi rû bimînin. Bersiva me ji êrîşkaran re ew tifa ku Sakîne avêtiye rûyê Esat Oktay e. Paradîgmaya Jin Jiyan Azadî dê vê zîhniyetê têk bibe."   Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.