Ji KCDK-E'yê daxuyaniya ‘seferberiyê’ 2026-01-19 13:25:09 NAVENDA NÛÇEYAN - KCDK-E’yê piştgirî da banga seferberiyê ya ji bo Rojava û got: “Em bang li gelê xwe, dostên xwe û hemû hêzên demokratîk ên Ewropa û dinyayê dikin ku ji bo parastina Rojava têkoşîneke bênavber bimeşînin.”    Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyekê piştgirî da banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:    “Tê xwestin ku şoreşa Rojava ya ku hêviya gelên cîhanê û Kurdistanê ye û bi pêşengiya jinan hatiye afirandin, ji çar aliyan ve were dorpêçkirin û fetisandin. Di vê şerê çend rojan de çeteyên hov ên DAIŞ, HTŞ û dewleta Tirk bi israr dixwazin qirkirina Kurd pêk bînin. Gelê Kurd ê bi rûmet bi sekna xwe, exlaqê xwe û biryardariya xwe berxwedanê didomîne. Li dijî hovan û qirkeran li hemû eniyan berxwedaneke mezin raber dike. Dewleta Tirk a ku her cure piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ û HTŞ’ê, bi hemû rêyên çapemenî û qirêj şer didomîne.   Li aliyekê propagandaya xwişk-biratî û aştiya bi gelê Kurd re dike, li aliyê din piştgiriyê dide êrişên bi zext, tundî û rêbazên dermirovî li dijî qadên jiyanê yên gelê Kurd pêk tên.   Ev êriş binpêkirineke vekirî ya mafên mirovan û polîtîkaya qirkirinê ya li dijî hebûna gelê me ye. Tevî hemû şert û mercên zehmet, astengiyên mezin û şertên jiyana zehmet, gelê me bi berxwedana şoreşgerî radibe.   Gelê Rojava şertên ku hikûmeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker lê ferz dike, qebûl nake. Ev êriş wê nikaribin îradeya gelê me bişkîne û berxwedana bi biryar wê van êrişan têk bibe. Bi saya têkoşîna bi biryar a ku gelê me li Ewropa dimeşîne, serdana ji bo Elmanya ya el-Colanî yê dest bi xwîn hate taloqkirin. Têkoşîna me ya bi biryar û xwedî derketina me ya ji bo Rojava wê hîn encamê bi xwe re bîne. Mîna pêvajoya Kobanê, mezinkirina berxwedan û têkoşînê wê destkeftiyan jî bi xwe re bîne.   Weke KCDK-E em bi fermî bang li raya giştî ya navneteweyî û dewletên garantor dikin ku li Rojava gelê me biparêzin, li dijî sûcdaran bisekinin û berpirsyarî bigirin. Em bang li gelê xwe, dostan û hemû hêzên demokratîk dikin ku li Ewropa û seranserî cîhanê têkoşîna ji bo parastina Rojava bi biryar bidomînin.”