Riya çareseriyê: Hêza xweser û yekitiya neteweyî! 2026-01-18 09:03:02   Rozerîn Gultekîn   WAN- Ji Sekreterya Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Menîce Rumeysa Gulmez da zanîn ku êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên li dijî Helebê berdewamiya dijminahiya li hember Kurdan a sedsalî ye û got: “Di rawestandina êrîşan de çareserî avakirina yekitiya neteweyî ya Kurdan e û hêza xweser a yekbûyî ye.”   Çeteyên HTŞ’ê di 6’ê Çileyê de  li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê êrîş dan destpêkirin. Di êrîşan de bi dehan kes hatin qetilkirin bi sedan kes birîndar bûn û gelek sivîl hatin revandin. Tirkiyeyê jî bi SÎHA’yan êrîşên xwe li ser bedandava Tişrîn û derdora wê kir û ev nîşan dide ku Tirkiye êrîşên HTŞ’ê erê dike.   Li gorî Ofîsa Koordînasyona Karê Mirovanî (OCHA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di êrîşên HTŞ’ê yên li hember Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de herî kêm 120 hezar kes ji cihê xwe bûne û li gorî rêxistinên mafên mirovan ji 500’î zêdetir kes winda ne. Bertekên li dijî êrîşan bi rojane didomin.  Ji Sekreterya Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Menîce Rumeysa Gulmez der barê êrîşan de axivî.   ‘Êrîş berdewama dijminahiya li hember Kurdan e’   Menîce Rumeysa Gulmez daxuyakirin ku êrîşên li hember taxên Kurdan ne tenê li hember taxan e li hember hebûna gelê Kurd in û wih agot: “Ji cihê biçûk des tpê dikin û dixwazin Kurdan paqij bikin.Ev êrîşa ku Sûriyeyê bi piştgiriya derve daye destpêkirin ne tenê bi armanca ku Kurdan ji taxê derbixine. Dixawzin Kurdan li Rojava û herêmên dora wê qels bikin û wan ji wir derbixin. Li hemberî Kurdên li çar paçeyan hatine parçekirin êrîş pêk tên. Bi armanca qelskirina Kurdan ev tên kirin. Ev êrîş berdewamiya dijminahiya li hember Kurdan a sed salan e ku didome ye.”   ‘Tirkiye deriyê NATO’yê yê li Rojhilata Navîn e’   Menîce Rumeysa Gulmez di berdewamiya axaftina xwe de got di asteke ku hewl dihat dayîn pirsgirêk bi Peymanên 10’ê Adar û 1’ê Nîsanê bê çareserkirin de êrîş pêk hatine û wiha dirêjî dayê: “Hêzên navneteweyî di êrîşan de rol dilîzin. Em Kurd samîmî nêzî pêvajoyan dibin, em girîngiyê didin peymanan, lê em dinêrin ku ne wisa ye. Tu car li pişt peymanên hatine îmzekirin yên din nesekinin.Welatên NATO gelan tercîh nakin.Ji bo wan ya girîng dewletin. Bizanibin Kurd mafdarin jî gelê Kurd tercîh nakin. Tirkiye welatekî NATO’yê ye. Deriyê NATO’yê yê li Rojhilata Navîn vedibe ye.”   Riya çareseriyê:Hêza xweser û yekitiya neteweyî   Menîce Rumeysa Gulmez destnîşan kir ku  yekane riya çareseriyê avakirina yekitiya neteweya Kurd e û got: “Divê Kurdên her çar parçeyî hêza xwe bikin yek.  Divê beriya her tiştî em bixwe bawer bikin. Divê em yekitiya xwe ava bikin. Li Rojhilata Navîn dostên Kurdan tune ne. Divê tu kes pêşî li yekitiya neteweyî negire. Divê em yekitiya neteweyî pêk bînin. Birêz Ocalan di her peyama xwe de li ser yekitiya Kurdan disekine. Pêvajoya aştî û civaka demokratîk didome. Êrîşên tên kirin jî bi armanca xerakirina pêvajoyê ye. Lê çareseriya pirsgirêka Kurd tê wateya çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata navîn. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em dest ji têkşînê bernadin. Em wek însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li dijî êrîşan e û ji bo avakirina aştiyê jî berpirsyariyê digirin ser xwe.”