Ji Zapê heta Hamburgê bû şahidê têkoşîna Sakîne Cansiz 2026-01-08 09:04:27   Melek Avci   ENQERE - Anja Flach ku di Artêşa Jinan a YAJK’ê de peywirdar bû, bîranên xwe yên bi Sakîne Cansiz re yên ji Zapê heta Hamburgê vegot. Anja Flach wiha got: “Tevî êrîşên baviksalar bi hezkirin, dîsîplîn û berxwedana xwe bû sembola têkoşîna jinan.   Sakîne Cansiz (Sara), kesayetek pêşeng di têkoşîna rizgariya jinên Kurd de û endamek damezrîner a PKKê; Fîdan Dogan (Rojbîn) ku têkoşîna jinên Kurd anî qada dîplomatîk a Ewropayê û Leyla Şaylemez (Ronahî), kesayetek sembolîk a nifşê ciwan ê berxwedana jinan, di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin.   Anja Flach ya 61 salî ku li Hamburgê dijî, di salên 1990’î de du salan di Artêşa Jinan YAJK (Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistan) xebat meşand.Ji wê demê heta niha di tevgera jinên Kurd a li Almanyayê de aktîf xebatan dimeşîne. Anja Flach çîroka xwe ya naskirina Sakîne Cansiz ya di salên 1990’î de vegot.    Naskirina Sakîne Cansiz   Anja Flach da zanîn ku di zivistana 1995-96’an de li Zapê Sakîne Cansiz nas kiriye û wiha got: “Wê demê endama rêvberiya herêmê bû. Zivistan bû, hewa pir sar bû. Herêm bi ax bû. Bi endamên din yên rêveberiyê re yanî bi mêran re di kon de runiştibû. Di daktîloyek kevn de çîroka xwe, biyografiya xwe dinivîsî. Min ew li wir dît.  Piştre min bi Agnes von Alvensleben re çîroka Sarayê werger kir. Ji bo me nas bike em vexwendibûn. Mixabin zimanekî me yê hevpar tunebû. Wê Kurmancî nizanibû, min jî Zazakî an jî Tirkî nizanibû. Ji bo axaftinê me hewce bi wergerê didît.”   ‘Hezkirina Sarayê bê sînor bû’   Anja Flach aliyên ku Sakîne Cansiz bandor lê kiriye wiha vegot: “Heval Sara ji bo hevalên xwe hêzek mezin bû. Hezkirina wê ya heval, gel û xwezayê bê sînor bû. Ez orta sala 2000’î de hatim Hamburgê. Min bi wê re raportaj kir. Hezkirina wê ya mirov, xweza û rêhevalên wê bandorek mezin li min kir. Di demên herî zor û zehmet de hezkirin û girêdayîna wê xurt bû. Dixwest bi mirovan re têkiliyê dayne. Li Hamburgê gelek hevalên Alman wê baş bi bîr tînin. Jİ ber wê tu car têkiliya xwe qut nekir.   ‘Di mijara ahlaqê şoreşgeriyê de carek din ders da’   Anja Flach  destnîşan kir ku gelek bîranên wê bi Sakîne Cansiz re hene û dema ku Sakîne Cansiz ji girtîgeha Hamurgê hatiye berdan bi bîr xist û wiha domand: “Di 2007’an de li ser daxwaza radestkirina Tirkiyeyê li Hamburgê hatibû girtin. Gelek kesî ji bo ew bê berdan têkoşîn meşand. Li Hamburgê Mîhrîcana Fîlman a Kurd pêk dihat û pankartek ji bo berdana wê hat daliqandin. Ew raste rast hat sînemayê û li wir axaftinek têkoşînê kir.  Şohretek xerab a girtîgeha Hamburgê hebû. Nazî li vê girtîgehê hatibûn înfazkirin. Hucreyên wê wek zindanê ne.Tehdîda radestkirina Tirkiyeyê bi xof bû. Lê hevala Sara  cesareta xwe winda nekir. Carek din dersa ahlaqê şoreşger da me. Heval Sara girêdayê nirxên tevgera jinê bû. Bi rêgezên îdeolojiya azadiya jinê bibû yek. Endamek girîng a YAJK’ê bû. Ev rêgez her tim ligel wê bûn. Li dijî serdestiya mêr her tim têkoşîn meşand. Hezkirin û eleqeya wê ya ji bo jinan pir taybet bû.”     ‘Qetilkirina hevala Sara ji bo tunekirina hêviya jiyana azad bû’   Anja Flach wiha dirêjî dayê: “Min li komeleya Kurd agahiya qetilkirina Sakîne Cansiz û du siyasetmedarên jin girt. Armanca komkujiyê ev bû ku peyama ‘Em dikarin we hemûyan tune bikin’ bidin. Wê demê pêvajoya aştiyê hebû. Bi qetilkirina Sarayê xwestin pêvajoyê bê îstîkrar bikin.Ji ber Sara kesek girîng bû. Bi qetilkirina hevala Sara Xwestin hêviya jiyana azad tune bikin. Bêhêvîtî xetereya herî mezine. Ez ji bo Hamburgê vê bêjim ev bi ser neket. Em wek konseya jinan herî kêm du salan her çarşemê daketin kolanan û me navê konseya xwe kir Şehîd Rojbîn.”   ‘Heval Sara ev têkoşîn biser xist’   Anja Flach wiha dawî li axaftina xwe anî: “Sedema neronîkirina komkujiyên yekemîn û duyemîn yên Parîsê, ev e ku Ewropa bi faşîzma Tirkiyeyê re di tifaqek mezin de ye.Ji van êrîşan tenê Tirkiye ne berpirse. Hemû endamên NATO’yê, wek revandina Abdullah Ocalan di hemû êrîşan de hebûn. Lê li Fransayê ev komkujî ne tesadufin. Yek tişta me fêm kiriye eve ku em bi rayedarên Ewropayê bawer nakin. Yekene jiyankirina bîranîna her sê hevalên me eve ku divê em xeyalên wan bidin jiyîn. Heval Sara bi biyografiya xwe nîşanê me da ku jiyanek xweş û bi nirx çawa dibe. Hevala Sara têkoşîn biser xist.”