Komkujiyên Parîsê li Marsilyayê hatin protestokirin 2025-12-20 18:50:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Marsîlya ya Fransayê şoreşgerên Kurd ên ku di salên 2013 û 2022'an de hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. Di çalakiya bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan de bertek nîşanî eşkerenekirina kujeran hate dayîn.   Li bajarê Marsîlya ya Fransayê bi wesîleya salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9’ê Çileya 2013’an de û Evîn Goyî (Emîne Kara), Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil di 23’ê Kanûna 2022’an de, çalakiya bîranîn û protestoyê hate lidarxistin. Çalakî di saetên siharê de destpê kir.   Beşdarên çalakiyê wêneyên şoreşgerên ku li Parîsê hatin qetilkirin, hilgirtin û bi şermezarkirina komkujiyan bal kişandin ser êrîşên li ser jinan. Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên  “Şehîd namirin”, “Jin Jîyan Azadî”, “Bijî Serok APO” û “La femme, la vie, la liberté” hatin berzkirin.   Meş li Qada Canebiere destpê kir û bi dirûşmeyan heta avahiya Prefecture dewam kir. Li vir deqîqeyek rêz hate girtin. Di pankartên çalakiyê de “Les commanditaires on les connaît, mais la France se tait” (Em kujeran nas dikin, lê Fransa bêdeng dimîne) û “Jin Jîyan Azadî” hatibûn nivîsandin.   ‘Bêdengî hevkariya sûc e’   Di daxuyaniya li ser navê Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan de hate destnîşankirin ku komkujiyên ku li Parîsê hatin kirin, ne tenê li dijî şexsan, li dijî têkoşîna azadiya gelê Kurd, berxwedana jinan û îradeya jiyana hevpar a gelan e.   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di 9’ê Çileya 2013’an de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û di 23’ê Kanûna 2022’an de jî Evîn Goyî (Emîne Kara), Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil li Parîsê hatin qetilkirin, ev berdewamiya polîtîkaya bêcezahiştinê nîşan dide. Tevî salên derbasbûyî jî berpirsên rast nehatin eşkerekirin, edalet bi awayekî zanebûn hatiye astengkirin. Bêcezahiştin, zemîna komkujiyên nû ye. Bêdengî hevkariya sûc e.”   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Sakîne Cansiz pêşenga têkoşîna azadiya jinan, Fîdan Dogan kedkara aştî û dîplomasiyê û Leyla Şaylemez jî nûnertiya ruhê berxwedanê ya ciwanan dike. Hate diyarkirin ku Evîn Goyî yek ji sembolên berxwedana Şengal û Rojava ye û Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil jî di sirgûnê de jî dev ji parastina rûmeta gelê xwe bernedane.   ‘Jibîrkirin înkare’   Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bîranîn ne tenê şîn e, di heman demê de daxwaza heqîqet û edaletê ye û wiha hate gotin: “Jibîrkirin dewama înkarê ye, lê bîranîn berxwedan e. Em ê komkujiya Parîsê û hemû cinayetên siyasî ji bîr nekin. Em ê heta pêkanîna edaletê li qadan bin. Em bang li jin, ciwan, rêxistinên girseyî yên demokratîk û raya giştî ya hestiyar  dikin ku tevlî çalakiyên bîranînê, meş û daxuyaniyên çapemeniyê bibin. Em bang li dewleta Fransayê dikin  ku êrîşên li ser jinên Kurd werin ronîkirin û kujer werin eşkerekirin.”   Çalakî piştî axaftinan, bi dirûşme û çepikan bi dawî bû.