Bîranîna Komkujiya Garê: Em daxwaza aştiyê bidomînin 2025-12-10 12:46:20     ENQERE - Di bîranîna ku di 122'yemîn hefteya Komkujiya Garê de hat lidarxistin de, Serokê Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Îshak Kocabiyik diyar kir ku bersûcên firar ên di dozê de li Sûriyeyê ne û ji bo radestkirina wan tu hewldanek nehatiye kirin û got: "Em ê bi têkoşîna xwe ya edalet û aştiyê li hember şerxwaziya we bi ser bikevin."   Li Enqereyê kesên ku di êrişa DAIŞ'ê ya li dijî beşdarên Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê ya 2015'an de jiyana xwe ji dest dan, di hefteya 122'yemîn a komkujiyê de hatin bîranîn. Ji bo bîranîna mehane ya ku di 10'ê her mehê de tê lidarxistin, endamên Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û malbatên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, ji bo cara 122'yemîn li Gara Trenê ya Enqereyê ku komkujî lê pêk hat, kom bûn. Di dema bîranînê de, pankarta ku wêneyên 103 qurbaniyan li ser hat hilgirtin û dirûşmeyên wekî "10'ê Cotmehê ji bîr nekin, bila neyê jibîrkirin", û "Roj dê were, dem bizîvire, kujer wê li ber bara hesab bidin" hatin berzkirin.   Hevserokê Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Îshak Kocabiyik, di bîranînê de axivî û diyar kir ku kesên di doza komkujiyê de firar in li Sûriyeyê ne, lê Tirkiyeyê ji bo radestkirina wan tu gav neavêtiye. Kocabiyik got: "Ger we bi qasî şer behsa aştiyê bikira, ev welat êdî dê cihekî pir xweştir bûya. Lê hûn şer tercîh dikin. Hûn kujeran xwedî dikin. Hûn wan radest nakın. Lê em ê bi têkoşîna xwe ya ji bo edalet û aştiyê şerxwaziya we têk bibin."   Kocabiyik banga beşdarbûna danişîna dozê kir ku dê di 23'yê Kanûnê de bê lidarxistin.   Piştre Rêvebera Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Sevîl Tûrgût mafê axaftinê girt û kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û got: "122 meh berê, ew ji bo aştiyê hatin vir. Ew ji aliyê kujerên DAIŞ'iyên ku dewletê ew xistibûn lîsteyê hatin kuştin. Wekî Komeleya Mafên Mirovan, em li kêleka malbatên qurbaniyên 10'ê Cotmehê ne, em li kêleka têkoşîna wan a ji bo edaletê ne. Em ê tim bibêjin aştî."   Piştî axaftinan, serdana bîrdariya ku wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane lê hatine danîn, hat kirin.