Dayikên Aştiyê ji bo Îmraliyê daxwaza hevdîtinê kirin 2025-12-10 11:53:24     NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê ku di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de daxuyanî dan, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin û gotin: "Em ê ji bo civakeke demokratîk û aştiyê têbikoşin. Her wiha em dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin."   Dayikên Aştiyê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de, li gelek bajaran daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyan de ku daxwaza pêkanîna "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.    Di çalakiyan de metna hevpar hat xwendin û wiha hat gotin:    "Bi boneya 10'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan, em wekî Dayikên Aştiyê radigihînin ku divê em bi hev re ji bo civakek ku maf û azadî tê de xurt bibin, edalet û wekhevî serdest be, têbikoşin. Binpêkirinên mafê jiyanê li dijî jin, zarok û kesên xwedî bawerî û nasnameyên cuda, pêwîstiya lezgîn a pêkanîna Qanûnên Azadiyê di çarçoveya civakek demokratîk de nîşan didin. Aştiya civakî, edalet û çanda jiyana hevbeş tenê bi rêya garantîkirina maf û azadiyan pêkan e.    Yek ji kevirên bingehîn ên aştî û civakeke demokratîk civakîkirina aştiyê ye. Têkoşîna ji bo mafan ku em, wekî Dayikên Aştiyê, bi salan e dimeşînin, wijdanê civaka me û hêviyên wê yên ji bo pêşerojê xurt dike. Bi boneya 10'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan, em careke din tînin bîra xwe: Mafê her kesî heye ku hêvî bike û ev maf şertekî pêşîn e ji bo xurtkirina civakê bi rêya edalet û aştiyê pêk were.   Binpêkirina mafê hêviyê rasterast rê li ber avakirina aştî, edalet û çanda jiyana hevbeş di civakeke demokratîk de digire. Bêyî garantîkirina maf û azadiyên bingehîn, behsa aştiyeke domdar nayê kirin.   Ji ber vê sedemê, polîtîkayên tecrîda dijwar ên li ser Birêz Abdullah Ocalan, rêberê gel, ku 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin, wekî polîtîkayeke dewletê têne berdewamkirin. Berdewamiya vê tecrîdê di heman demê de nîşan dide ku mafê hêviyê tê binpêkirin. Mafê hêviyê mafekî bingehîn ê mirovan e û astengkirina vî mafî binpêkirineke cidî ye. Em careke din bang li dewletê dikin ku mafê hêviyê biparêze.   Di dawiyê de, têkoşîna Dayikên Aştiyê ne tenê sembola hesreta dayikên me ji bo aştî û demokrasiyê ye, lê ya tevahiya civakê ye. Di 10'ê Kanûnê de, Hefteya Mafên Mirovan, em careke din radigihînin: Civakeke demokratîk ew civak e ku aştî tê de civakî dibe û hêvî û azadî mafên hemûyan in. Em bi biryar in ku ji bo van mafan têbikoşin û aştiyê biparêzin. Azadî û edalet nayên paşxistin."    Amed    Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Amedê jî li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daxuyanî da. Dayikên Aştiyê, rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê tevli daxuyaniyê bûn.   Li vir ewilî Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Nezahat Teke axivî û diyar kir kesê çareseriyê bîne Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Bi ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nêzî salek derbas bû. Bi banga 27ê Sibatê PKKê xwe fesix kir. Lê dewletê hê jî tu gav neavêtine. Tê gotin ‘qonaxa yekemîn bi dawî bû’ lê me heta niha tu gav nedîtine. Tenê li Meclisê Komîsyon hat avakirin lê ne bes e. Komîsyon çû Îmraliyê lê diviyabû di serî de Dayikên Aştiyê çûbûyan Îmraliyê. Dayîkan gelek êş kişandin lê hê jî destên xwe têxin di binê kevirî de. Em dixwazin herin Îmraliyê. Bila dayîkên Tirk jî destê xwe bidin destê me. Em aştîxwaz in. Divê mafê hêviyê pêk were. Tevahiya cîhanê dît ku bêyî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aştî pêk nayê.”   Paşê Berdevka Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran axivî. Havva Kiranê destnîşan kir ku dem dema aştiyê ye û bang li CHPê kir ku li dijî aştiyê tevnegere. Havva Kiranê di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: “Em çûn Komîsyonê me got ‘em bi zimanê xwe biaxivin.’ Lê li Meclisê destûr nehat dayîn ku em bi Kurdî biaxivin. Tiştê herî pîroz zarokên dayîkan e. Xwîn bi xwînê nayê şuştin. Dayîkên Kurd tu carî zimanê şer bi kar neanîne. Îro dayîk her roj diçin şînan lê tu carî negotiye ‘êşên min zêdetir e.’ Aştî ji me re ferz e, em Tirkiyeyeke demokratîk dixwazin. Aştiyê ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya gelan dixwazin. Ji bo adalet tunebû zarokên me li hem ber bêhiqûqiyê sekinîn. Banga ma ji her kesiye ku destên xwe texin di binê kevir de. Ji beriya nan û avê aştî ji me re pêwîst e.”   Şirnex     Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Şirnexê li şaxê Şirnexê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Cîzîrê daxuyaniyek da. Ji bilî dayikan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kesên din beşdarî daxuyaniyê bûn. Dayika Aştiyê Behiye Nayir di çalakiyê de axivî û got, "Em aştiyê dixwazin. Ji bo vê yekê, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad be. Em dixwazin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin. Divê CHP dev ji polîtîkayên xwe yên ku Kurdan paşguh dikin berde. Divê hemû kesên ku aştiyê dixwazin peywirê bigirin ser xwe. Divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Divê hêstirên dayikan êdî neherikin."   Dayika Aştiyê Nebîha Akay got, "Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êdî mirin tune. Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û aştiyê bixwaze. Aştî bi şer, çek û mirinê nayê. Em aştiyê dixwazin. Xwîn bi xwînê nayê şuştin. Divê hemû dayik, dayikên leşker û gerîlayan destên xwe bidin hev û bibêjin 'em aştiyê dixwazin'. Bêyî azadiya Rêberê me, aştiya rastîn pêk nayê."   Dayikên Aştiyê yên ku piştre axivîn daxwazên xwe anîn ziman û gotin, "Em azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin.   Riha    Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Rihayê li şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Rihayê civîneke çapemeniyê li dar xist û daxwaza hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Ji bilî Dayikên Aştiyê, şaxa Rihayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî beşdarî civîna çapemeniyê bû.   Daxuyanî li ser navê dayikan ji aliyê Dayika Aştiyê Adalet Çay ve hate dayîn.   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.   Wan   Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê ji bo biçin Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de endamên Komeleya Dayikên Aştiyê ya Erdîşê jî amade bûn.   Dayika Aştiyê Guleser Îşlerê diyar kir ku ew dixwazin biçin Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê bikin. Guleser Îşlerê da zanîn ku ew ji Wezareta Edaletê daxwaz dikin ku di komîsyona ku diçe Îmraliyê de cih bigirin û got: “Heyet diçe, lê em jî dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin bikin. Em dixwazin aştî pêk were. Di vê pêvajoyê de, barê li ser me dayikan pir giran e. Me bedelên pir giran dane, me zarokên xwe winda kirine. Em, dayikên leşker û polîsan, divê mil bi mil bisekinin û piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Em dixwazin ku hêsirên ji çavên dayikan rawestin. Em dixwazin deriyên Îmraliyê jî ji me re werin vekirin, da ku em biçin. Bila gotina me yek be da ku pêvajoya aştiyê bi ser bikeve. Bi yek gotina Rêberê Gelê Kurd, çek hatin şewitandin. Divê ev hêz û îrade were dîtin. Em dixwazin ku agirê di dilê dayikan de were vemirandin. Em ji vir silavên xwe ji Îmraliyê re dişînin.”   Piştre endama Komeleya Dayikên Aştiyê ya Erdîşê Hediye Koçak mafê axaftinê girt û diyar kir ku dayikan gelek bedelên mezin dane û zarokên xwe winda kirine. Hediye Koçakê bal kişand ser tevlibûna wan a di komîsyonê de û ev tişt got: “Me bedelên giran dan, me zarokên xwe winda kirin û niha em aştiyê dixwazin. Banga min ji bo hemû gelê Kurd e. Her çend CHP bi saya Kurdan Stenbol, Enqere û gelek şaredariyên din ên mezin bi dest xist jî, ew niha piştgiriyê nadin pêvajoyê. Ev helwest nayê qebûlkirin. Gelê Kurd nikare azad bibe heta ku Rêber azad nebe. Mifteya çareseriyê di destê Rêber de ye. Em naxwazin dilê tu dayikan bişewite.”   Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.          Êlih    Meclisa Dayikên Aştiyê li şaxê Êlihê yê ÎHD'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Dayika Aştiyê Kamîle Şîmşek daxuyanî da, bal kişand ser banga Abdullah Ocalan ya 27'ê Sibatê û ji desthilatê xwest ku berpirsyariya xwe bi cih bîne. Kamîle Şîmşekê got: "Serok Apo ji bo aştiyê berpirsyariya xwe bi cih anî. Li gel vê yekê PKK'ê jî ya pêwîst kir. Li gel vê jî dewlet çima ya pêwîst nake."   Şukran Sîncarê jî anî ziman ku divê hewldanên aştiyê yên Abdullah Ocalan ji dest neyên berdan û got: "Em dixwazin bi Serok Apo re hevdîtinê bikin. Ne li Îmraliyê lê li meclîsê em dixwazin vê hevdîtinê bikin. Bila Serok Apo bînin meclîsê. Bi hatina wî re wê dawî li mirina mirovan bê."   Stenbol    Dayikên Aştiyê yên li Stenbolê li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî da. Dayika Aştiyê Rewşan Donerê ragihand ku aştiyeke mayinde bi azadiyê dibe û xwest, biryara mafê hêviyê ji bo Abdullah Ocalan bi cih bê anîn. Rewşan Donerê got: "Bila yên provakasyonan dikin eşkere bikin û hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin. Em jî dixwazin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin û di komîsyonê de cih bigirin."    Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.    Edene   Meclisa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê li şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê daxuyaniyek da. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Azîze Gultekîn daxwaza rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî kir. Azîze Gultekîn, bi balkişandina ser polîtîkayên tecrîdê "mafê hêviyê" bin pê dike, diyar kir ku aştiya mayînde tenê bi azadiya Abdullah Ocalan mimkun e.   Mêrsîn   Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê li şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mêrsînê daxuyaniyek da. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Emîne Eren daxwaza rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî kir.   Îzmîr   Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê li ofîsa şaxa ÎHD ya Îzmîrê civîneke çapemeniyê li dar xist da ku daxwaza hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bike kir. Ji bilî Dayikên Aştiyê, dayikên girtiyan û Meclisa Jinan a Îzmîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) jî beşdarî civînê bûn. Li ser navê dayikan Hatice Tunç daxuyaniya çapemeniyê xwend.   Piştî xwendina daxuyaniyê, Dayikên Aştiyê mafê axaftinê girtin û daxwazên xwe anîn ziman.