Li Şamê saleke îqtîdara HTŞ'ê: Li dijî jinan şerê sîstematîk 2025-12-10 11:20:04      NAVENDA NÛÇEYAN -Piştî ku Sûriye derbasî qonaxa hikumeta veguhêz bû, rewşa tevlihev serwer bû û tundî zêde bû. Di vê rewşê de jin bi şer û aloziyan re rû bi rû bûn û hin caran bedenên wan wek amûrên zextê hatin bikaranîn.   Di 8'ê Çileya borî de desthilata Sûriyeyê hat guhartin, pê re sûcên kuştin, revandin, tundiya malbatî û civakî bi taybetî hedefgirtina jinan, zêde bûn. Heta niha bi sedan jin hatin kuştin û bi dehan jî winda ne. Li kêleka wê, beşdariya jinan di jiyana siyasî û jiyana giştî de heta asteke mezin bi paş ket, nexasim ku siyasetên fermî yên sînordarkirina rola jinan tên meşandin.   Li gorî lêkolînên ANHA'yê, raporên rêxistinên civaka sivîl û daneyên rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî  di vê serdmê de tundiya li dijî jinan bûye polîtîkayeke sîstematîk.   Di salekê de 650 jin hatine kuştin, 29 ji wan zarok in   Ji 8'ê Kanûna 2024'an vir ve, ji ber şer, êrîşên çekdarî, tundiya mezhebî, tundiya navmalî û zextên civakî, 650 jin ku di nav de 29 zarok jî hemen, hatine kuştin. Piraniya bûyeran li Heleb, Şam, Hums, Hema, gundewarên Şamê, Dera, Tertûs, Quneytra, Lazkiye, Suweyda û Dêra Zorê, ku di bin kontrola Şamê de ye, hatine qeydkirin.   Qetilkirin   Heleb; 31 jin, ji wan 2 zarok. Şam; 14 jin, ji wan zarokek. Hums; 34 jin, ji wan 8 zarok. Hema; 36 jin, ji wan 3 zarok. Dera; 23 jin, ji wan 5 zarok. Laziqiye; 16 jin. Dêrazor; 28 jin, ji wan 2 zarok. Siwêda; 34 jin, ji wan 2 zarok. Gundewarên Şamê; 29 jin, ji wan zarokek.   Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) 127 jin ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Wezarera Parastinê ya hikumeta veguhêz ve hatin qetilkirin.   Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku di komkujiyên peravê de 100 jin hatine qetilkirin ku hin jê zarok bûn. Li Siwêdayê jî 130 jin hatin qetilkirin.   Revandin û windakirin   Ji Sibata 2025'an ve jî gelek jinên Elewî ji deverên ku aloziya taîfî lê derketine wekî Hums û gundewarên wê, Hema û gundewarên wê û perava Sûriyeyê, bi sedemên taîfî hatin revandin. Li wir jin bûn amûrên kontrolkirinê. Ev rewş piştî komkujiyên li dijî Elewiyan zêde bûn û heta niha didomin.   Di Tîrmeha borî de piştî êrişa hêzên hikumeta veguhêz a li dijî Siwêdayê, nêzî 100 jinên Durzî hatin revandin û ji wê demê ve tu agahî ji wan nehatiye wergirtin û çarenûsa wan ne diyar e.   Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Platforma Revandina Jinên Sûriyeyî Rawestînin, ji Sibata 2025'an ve herî kêm 36 jinên Elewî ku temenên wan ji 3 heta 40 saliyê ye, ji aliyê çekdarên nenas ve, li Laziqiye, Tertûs, Hums û Hemayê hatine revandin.   Ji wan 5 jin û 3 zarokên ku temenên wan jêrî 18 saliyê ne, bi roj û li ber çavê welatiyan hatine revandin. Li hemberî wê hêzên ewlekariyê yên hikumeta veguhêz tu lêpirsîn nekirin.   Li başûrê Sûriyeyê, li gorî raporên xwecih ên Siwêdayê ji destpêka îsal ve 65 jin hatine revandin. Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) da zanîn ku 97 kes ku hin jê jin in, ji Çileya borî ve hatine windakirin û revandin, lê belê hejmara tam ne zelal e.   Dûrxistina jinan ji biryardayînê   Di qonaxa piştî rejîma Esed de, jinan xwe bi şer û aloziyan re rû bi rû dît û hin caran bedenên wan wek amûrên zextê hatin bikaranîn.   Di vê qonaxê de tevgera jinan hat paşguhkirin û nirxên demokrasiyê û peymanên navneteweyî yên mafên jinan hatin binpêkirin. Li kêleka wê qeydên civakî wekî ferzkirina hîcab û nîqabê û veqetandina keç û xortan li zanîngehan hatin danîn.   Jin ji gelek cihên biryardayînê wekî cîgiriya serokkomariyê, gelek wezaret û cihên parlamentoyê û rêveberiyên giştî, hatin dûrxistin.   Li gorî agahiyên Nivîsgeha Navendî ya Serjimariyê, di sala 2024'an de hejmara jinan li Sûriyeyê nêzî 11 milyon bû. Lê tevî wê jî nûneriya fermî ya jinan gelekî lawaz e. Hin jinan cih di "Nivîsgeha Kar û Barên Jinan" de girt, lê belê jinên din ên çalakvan banga parastina jinan û bidawîkirina tundiyê didomînin.   Tevî bangên pêkanîna "kotaya jinan", lê rastiya rewşê tiştekî din diyar dike. Di vê qonaxê de wezîra jin a tekane Hind Qebewat e ku bi xwe jî wezîra kar û barên civakî ye, li hemberî wê wezîrên 22 wezaretan zilam in, bi vî awayî beşdariya jinan di wezaretan de ji sedî 5 e. Li gorî pîvanên kotaya jinan divê rêjeya herî kêm a beşdariya jinan ji sedî 30 be.   Li dijî tundiyê çalakiyên jinan   Ji ber vê rewşê, piraniya xebatên jinan bi awayekî ferdî tên meşandin, ji ber ku derfeta xwebirêxistinkirinê ji wan re nehat vekirin. Li Siwêdayê di 22'yê Mijdara îsal de "Tevgera Herair Başan" bi armanca xurtkirina beşdariya jinan di civakê de û şopandina mijara jinên revandî, hat avakirin.   Ev tevger yekemîn rêxistina jinan a li Siwêdayê ye. Li kêleka wê artêşeke taybet a jinan li Siwêdayê jî hat avakirin ku ji 500 jinan pêk tê.   Jinên ku di artêşê de cih girtiye, li 4 deverên sereke perwerdeyên leşkerî, xweparastin û destwerdanên lezgîn dibînin, ew jî herêmên Şeqa, Şehba, Qerya û Milih in.