Gultan Kişanak li Rennesê bi civaka Kurd re li hev civiya 2025-12-09 16:16:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak li Rennesê di panelekê de qala girîngiya pêvajoya çareseriya demokratîk û têkoşîna azadiya jinê kir û ji civaka Kurd a li Ewropayê xwest, ku bi roleke çalak rabe.   Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak, piştî hevdîtina bi Şaredariya Rennesê tevlî panelekê bû ku ji aliyê Komeleya Dostaniyê ya Kurd Brotan û Komeleya Çanda a Kurd a Rennesê bû. Kurdên li bajêr eleqeyeke mezin nîşanî panelê dan. Kişanak li panelê bersiv da pirsên li ser rewşa dawî ya siyasî û demokrasiya xwecihî.   Gultan Kişanak di dawiya çalakiyê de bi jinên Kurd ên li Rennesê re sohbet kir. Beşdaran diyar kirin ku nirxandinên li panelê ji bo civaka Kurd a li Ewrpoayê piştevanî xurt kiriye.