Ji NADA'yê banga 25’ê Mijdarê: Tifaqa jinan sînoran derbas dike 2025-11-24 14:16:27       NAVENDA NÛÇEYAN - Hevgirtina NADA bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyanî da û diyar kir ku di koka tundiya dijî jinê de aqlê mêr ê serdest heye û banga pergalek alternatîf a xwe dispêre azadî û tifaqa jinan a sînoran derbas dike kir.   Hevgirtina Jinên Demokratîk a Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (Hevgirtina NADA) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navnetewî daxuyaniyek nivîskî weşand. NADA’yê da zanîn ku nebûna demokrasiyê tê wateya nebûna edaleta civakê û dûrxistina jinan hê zêdetir eşkere bûye û banga têkoşîna dijî tundiyê û avakirina pergaleke alternatîf a xwe dispêre edalet, azadî û aştiyê kir.   NADA di daxuyaniya dayî de bal kişand ser piştevaniya bi jinên ku rastî tundiya zayendî hatîn  û banga bilindkirina têkoşînê li dijî her cûrê zext û cûdakariyê kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tundiya li dijî jinê, berhemê mêrê serdest e ku desthilat, zagon, aborî û mîrasa civakê kontrol dike û da zanîn ku ev bandorê li ser fîzîkî û derûniya jinan dike.   Jin ji aliyê kesên herî nêzî xwe ve tên qetilkirin   Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Jin rastî şêweyên herî giran ên tundiya fîzîkî û derûnî tên. Ev tundî herku diçe, dibe ji rêzê, dibe parçeyek a rojane ku neyê dîtin. Jin bêyî ku li jiyan, statuya civakî, ol û etnîka wan bê temaşekirin rastî tundiyê tên. Mala ku divê jêre bi ewle be êdî bûye cihê herî xeter.” Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di sala 2025’an de li gelemperî dinyayê ji 86 hezar jinên hatin qetilkirin, 52 hezar ji aliyê endamên malbatê an ên herî nêzî xwe ve hatine qetilkirin.   ‘Mudaxeleyî jiyana jinan tê kirin’   Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku serokên dewletan û ên qanûnan çêdikin sedemê herî bingehîn ên tundiya li dijî jinê ne, guherîna zagona statuya kesî bi awayê ku cûdakarî mayînde bibe, tepesandina aktivîstan û dorpêçkirina rêxistinên jinan hate rexnekirin. Da zanîn ku dewletên mêr ên serdest hemû hûrgîliyên jiyana jinan mudaxele dike û jinên ku ev sînor derbas kiriye gelek deman hatine qetilkirin û wiha hate gotin:   “Herçend komek mêrên ku sûc kiriye werin darizandin, divê polîtîkayên navnetewî û aqlê ku li pişt van dosyayan were dîtin. Ma me ji bo qirkirin, tecawîz, xizanî, bi zorê koçkirin û cînayetên siyasî, dadgehek edlane dît?”        Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku tevî jin di şoreşên herêmê û tevgerên civakî de di çeperên herî pêş de cih girtine, hê ji mekanîzmayên biryargirtinê tên dûrxistin û wiha hate gotin: “Zagonên statuya kesî ya li herêmê, di qadên wek zewac, hevberdan, mafê xwedîkirin û mîrasê, cûdakarî hemberî jinan tê sazîkirin. Ev zagon rêgezên edalet û wekheviyê na teyîsîne.”   ‘Bedenê jinê vegerandina qada şer’   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şerên ku li Filistîn, Sûdan, Sûriye û Yemenê didome, bedenê jinê vegerandina qadek a şer û divê ev demildest were sekinandin û wiha hate gotin: “Krîzên di her qadên jiyanê de, hawirdor, aborî, tenduristî, perwerde û yên neyên dîtin tundiya bi kok a dijî jinê ye.  Polîtîkayên şer û aborî ku balê dide ser fêydeyê, jinan dike ya herî mezin winda dike.”   Banga piştevaniyê   Hevgirtina NADA li dijî pergala paşverû ku tundiya li dijî jinan gûr dike banga yekîtiyê kir û diyar kir ku şer ji aliyê dewletên kapîtalîst û netewperest ve tê domandin, bûtçeyên xwe yên zêde ne ji bo perwerde, tenduristî û hawirdor, ji bo şer xerc dike û ev tişt hate gotin: “Li dijî şer sekinîn, parastina hebûna jin, zarok û xwezayê ye.” Destnîşan kir ku piştevaniya jinan di asta herêmî û gerdûnî de şertê bingehîn ê vegera demokratîk û aştiyê ye. Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku nebûna demokrasiyê tê wateya nebûna edaleta civakê. Li dijî gotinên ku hedef dike girêdanbûna di navbera jinan de qut bike hişyarî da û da zanîn ku çareserî tifaqa jinan ya herêmî û gerdûnî ku sînoran derbas dike ye.   ‘Têkoşîn dê kolan û qadan tije bike’   Di dawiya daxuyaniyê de banga, zêdekirina xebatên hişyariyê û perwerdeya jin û zarokên keç, guherîna nêzîkatiyên mêr bi perwerdê, sekinandina komkujiyên jinan li herêmên pevçûn tên jiyîn, şermezarkirina bi karanîna jinan wek amûrên şer, sekinandina darvekirin û cînayetên siyasî li dijî aktivîstên jin, dawî lê anîna polîtîkayên ne demokratîk, hedefgirtina rêxistinên jinan û zagonên statuya kesî bi awayê ku edaleta civakî û hemwelatiya wekhev garantî dike were reformkirin kir. NADA daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Têkoşîna jinê, dê kolan û qadan tije bike. Tarîtî çiqas zêde be, ronahiya jinan dê ewqas geş be.”