'Herî kêm 46 jinan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan' 2025-11-24 14:00:05     AMED - Komîsyona Jinan a ÎHD'a Amedê rapora “Binpêkirina mafên jinan” ya Bakurê Kurdistanê eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku li Bakurê Kurdistanê 37 jin hatine kuştin, 5 jin jî dawî li jiyana xwe anîne û 46 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane û di salekê de bi giştî 88 jinan jiyana xwe ji dest daye.   Komîsyona Jinan a Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê bi minasebeta 252ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Nawneteweyî, rapora xwe ya “Binpêkirina mafên jinan” a salekê ya li bajarên Bakurê Kurdistanê li avahiya xwe eşkere kir.   Rapor ji aliyê Endama Komîsyona Jinan a ÎHDa Amedê Esra Saçaklidir ve hat xwendin.   46 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane   Esra Saçaklidir diyar kir ku bi boneya 25'ê Mijdarê rapora salekê eşkere dikin û got: “Ev rapor ji bûyerên di navbera 1ê Kanûna 2024 û Mijdara 2025an pêk tê. Tundiya li ser jinan ne tenê fizîkî ye, tundiya zayendî, aborî û civakî jî heye. Ji ber tundiyê gelek jin ji civakê tên dûrxistin. Gelek jin întîxar dikin. Lê em dizanin ku ev întîxar jî cinayetên civakî ne. 5 jinan întîxar kiriye, 37 jin hatine kuştin, 46 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Ev bûyer hemû ji ber sedemên tundiya li nav malê û civakê pêk tên. Li dijî van mirinan lêpirsînek baldar nayê kirin.”   Bi giştî 88 jinan jiyana xwe ji dest dane   Esra Saçaklidir destnîşan kir ku ji ber tundiya di nava malê de herî kêm 29 jinan jiyana xwe ji dest dane, 9 jin birîndar bûne û got: “Ji kesên berpirsiyar hat xwestin ku ev bûyer werin veşartin. Sala 2025an wekî ‘Sala Malbatê’ hat eşkerekirin lê ev biryar mirinan nesekinand. Divê dewlet destpêkê jinan biparêze. Em dizanin ku neçarserkirina pirsgirêka Kurd tundiya li ser jinan zêdetir dike. Ji bo wê em dibêjin divê jin jî tev li pêvajoyê bibin. 37 jinan jiyana xwe ji dest daye, 5 jin întîxar kiriye û 46 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Bi giştî 88 jinan jiyana xwe ji dest dane.”   Ji bo pêşî li kuştina jinan were girtin, ev daxwaz hatin kirin:   * Dewleta Tirkiyê divê dîsa vegerê ser Peymana Stenbolê.   * Desthilat divê qanûna 6284an bi awayekî xurt bimeşîne û divê ji dest biryarên kêfî berde.   * Divê lêpirsînên bi bandor û baldar li ser tundiya di nav malê û civakê de pêk tê were kirin.   * Divê mekanîzmayên serlêdanê ji bo jinan hêsan be.   * Divê zextên li ser saziyên jinan werin bidawîkirin.   ‘Dê têkoşîna me berdewam bike’   Di dawiyê de endama Komîsyonê Eylem Kaya axivî. Eylem Kaya jî diyar kir ku divê her dem tundî di rojeva her kesî de be û got: “Ne tenê 25ê Mijdarê divê tundiya li ser jinan her dem were hişê me. Divê tundiya li ser jinan li her qadê ji holê bê rakirin. Em ê jî li her qadê li dijî tundiyê rabin. Em wekî ÎHDê diyar dikin ku heta tundî bi dawî bibe dê têkoşîna me berdewam bike.”