Li Sûrê kuçe bi kuçe banga meşa 25'ê Mijdarê 2025-11-19 15:58:43   AMED - Tevgera Jinên Azad bi boneya 25'ê Mijdarê li navçeya Sûrê belavok belav kirin û banga beşdariya meşa 25'ê Mijdarê kirin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî xebatên xwe bênavber berdewam dike.   Aktîvîstên TJA'yê li taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûrê ya Amedê kuçe bi kuçe geriyan û li jinan, dikandaran belavok belav kirin û banga beşdariya meşa 25'ê Mijdarê kirin. Bi pêşengiya TJA'yê dê roja 25'ê Mijdarê li ber Zindana Amedê ya kevn meş dest pê pike û meş hata AZC Plazayê bidome. Aktîvîstên TJA'yê li kuçe û kolanên Sûrê geriyan, hem belavok belav kirin hem jî afîşan bi camên dikanan ve danîn.   Jinan li kuçeyan dirûşm berz kirin û belavokên çalakiya îsal a “Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad a bêtundî ve” belav kirin. Jinan afîşên bi nivîsên “Jin jiyan azadî” û “Jin jiyan e, jiyanê nekuje” bi camên qehwexaneyan ve daliqandin. Jinan eleqeyek mezin nîşanî çalakiyê dan.   Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Jin jîyan azadî” bi dawî bû.